DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jin

'Em ê bi ruhê serhildana Kobanê Rojava biparêzin'

 
29 Ekim
09:04 2016

ANTALYA (DÎHA) - Jinên Antalyayê bertek nîşanî êrîşên artêşa tirk yên li hemberî Rojava dan û diyar kirin ku Tirkiye di rastiyê de êrîşî Şoreşa Jinan a li Rojava dike û ew ê bi ruhê serhilfana Kobanê Rojava biparêzin.

Rêxistinên jinên ên li Antalyayê bertek nîşanî êrîşên artêşa tirk ên di bin navê "Tevgera Mertalên Firatê" êrîşî Rojava dikin dan û diyar kirin ku artêşa tirk dixwaze bi êrîşên xwe Şoreşa Jinan a Rojava têk bibe û dan zanîn ku ew ê li hemberî êrîşan bi ruhê serhildana Kobanê xwedî li şoreşa jinan derkevin.

Endama Yeryuzu Kadinari Gunce Keçe, da zanîn ku Şoreşa Jinên Rojava ku tê wateya jînûve azadbûna Rojhilata Navîn û cîhanê bi keda jinan hatiye pêkanîn û wiha got: "Artêşa tirk û hêzên artêşa Sûriyeya azad dixwazin jiyana azad a ku bi pêşengiya jinan li Rojava hatiye avakirin têk bibin. Hikûmeta AKP'ê ku bi DAIŞ'ê re êrîşî destkeftiyên jinan dike zîhniyeta herdu aliyan yeke. Rojava hêvî ye. Aliyên ku dixwazin vê hêviyê tune bikin dê bi berxwedana jinan binbikevin."

'Em ê li dijî dagirkirina artêşa tirk şoreşa jinan biparêzin'

Keçe, bi lêv kir ku li hemû cihên cîhanê yên ku destkeftiyên jinan lê hene rastî êrîşa zîhniyeta serdestan tê û wiha pêde çû: "Li Rojava jinan navê xwe li dîrokê nivîsîn. Lê nêzîkatiyên zîhniyeta serdest a zilam a li hemberî vê şoreş û berxwedanê ne natiye guhertin. Destkeftiyên jinan ne li gorî berjewendiyên serdestanin ji ber wê êrîşî qadên jinan dikin. Ji ber ku dizanin dema jin xwe ji pergalê qût dikin çiqas bi hêz dibin û dikarin gelek tiştan bikin êrîş dikin. Me jinan encamên şoreşa jinan li Kobanê dît. Em ê bi ruhê serhildana Kobanê Şoreşa Jinan a Rojava biparêzin."

'Bi şoreşê re dîktatoriyên hezarî salî hatin hilweşandin'

Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Zarîfe Atîk, destnîşan kir ku bi şoreşa Rojava re dîktatoriyên hezarî salî hatin hilweşandin û wiha domand. "Têkoşîna jinan a li Rojava jiyana nû ya li Rojhilata Navîn diyar kiriye. AKP hem destkeftiyên jinan ên ku azadiyê xwe re tînehem jî jinên ku ev destkeftî bidestxistine qebûl nake. Ji ber ku dê bibe sedem ku li hemberî dîktatoriya wî jî têkoşîn bêmeşandin. Her kes bû şahidê bêtehemuliya AKP'ê ya li hemberî jinên ku li Kobanê şoreş pêk anîn. Em bi zîhniyeta ku naxwaze kurd li tu deverê bibe xwedî însiyatîf re rû bi rû ne. Hemû zîhniyetên serdest ên mêr li hemberî jinan şer dane destpêkirin. Jinan wekî di serhildana Kobanê de li hemberî dagirkeriya artêşa tirk alên berxwedanê bilind kirine. Êdî di pêvajoya pêşiya me de em ê bi hevre li hemberî zîhniyeta serdest têbikoşîn."

(mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR