DİHA - Dicle Haber Ajansı

Çand û Huner

Ezel Akay: Tekane dermanê otosansurê rêxestinbûn e

 
29 Ekim
09:02 2016

SADIYE ESER

STENBOL (DÎHA)
- Derhêner Ezel Akay diyar kir ku bi OHAL'ê re zimanê çapemeniyê yê cudakariyê zêdetir bûye û tekane dermanê otosansurê rêxistinbûn e.

Li Tirkiyeyê piştî îlankirina OHAL'ê ya ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve wekî hemû beşên civakê sektora sînemayê jî ji pêkûtiyan nesîbû xwe digire. Derhênêr Ezel Akay zimanê çapemeniyê yê cudakariyê ku her dize zêdetir dibe, otosansur û sansura heyî nirxand. Akay anî ziman ku zimanê cudakariyê ya çapemeniyê li sînemayê de jî xwe dide der û û wiha axivî: "Li sînemayê an jî rêzfîlman di çîrokên ku tên vegotin de hestên ez baş im ew ne baş e pêşxistin dike ku di navbera mirovan de hestên dijminatiyê pêş dixe."

'Di rêzefîlman de hestên dijminatiyê tê kurkirin'

Akay destnîşan kir ku çîrokên sînemayê li ser esasê hestên dijminatiyê tên çêkirin û wiha berdewam kir: "Çîrok dibe ku ji bo yên gunehkar bênv egotin. Bi guhertina çîrokan em nikarin tiştekî bi dest bixin. Dema ku çîrok tên guhertin civak naguhere. Çivak çi be çîrok jî wî vedibêjin. Hemayên ku civakê ava dikin çi bin çîrok jî wan dibînen. Ji ber ve yekê jî çînok eynika me ne. Mînak em rêzefîlmekî ku zilamên ne baş en ku mafya ne kurd bin. Dema ku ku wan mirovan ne kurd bikî amerîkî temaşevan tê guhertin lê cihan nayê guhertin." Akay got ku çîrok eynika çîrokên çivakê ye lê di demên dawî de li ser esasê hestên dijminatiyê tên avakirin û wiha got: "Min evqas parçebûn nedît. Mînak pismamê min, min wekî dijmin dibîne. Mirovê herî aştîxwaz ê cihanê ye lê ez dijminê wî me niha. Ji ber em ji AKP'ê bawer dike, ez nakim. Malbat jî kirin dijminê hev. Ji ber vê yekê jî divê em karakterên nebaş ên di çîrok û rêzefîlman de ewil li xwe bigerin."

Tekane derman rêxistinbûn e

Akay diyar kir ku di çapemeniyê de zimanê cudakariyê bi OHAL'ê re derket asta herî jor, sansur û otosansur jî zêde bû. Akay anî ziman ku piranî biryar hiqûqî nîne. Akay destnîşan kir ku bi hewldana darbeyê re hikûmetê tirsek afirand ji ber vê yekê jî mirov bêyî ku pêwîstî bu sansurê bibînin, otosansurê pêk tînin. Akay wiha berdewam kir: "Ango tişta ku tê gotin otosansur çareya ku mirovên hatine tirsandin serîlêdidin e. Heta ji vî trisê mafdar in jî. Ji ber ku tenê ne, hemû kes tenê ye. Li Tirkiyeyê her rêxistin. li hemberî rêxistinekî din bertekên cidî nîşan didin. Her siyaset, cemeata civakî li hemberî yên din bi kîn û nifrîn nêzîk dibe. Dûrî xwe dibînin. Naxwazin bê cem hev. Dixwazin hemû kes bên cem hev." Akay diyar kir ku li dijî otosansurê tekane dermanê çareseriyê rêxistinbûn e.

Akay got ku ji bo pêşerojê 3-4 projeyên wan hene yek ji wan jî romana Azîz Nesîna a bi navê "Zubuk" e ku dixwazin bikin sînema lê ji OHAL'ê ew jî para xwe digirin dê fîl bikişandina lê ji ber îlankirina OHAL'ê kesê ku razemenî daye gotiye nikarin bikşînin. Akay destnîşan kir ku bi projê re dixwazen yek ji pirsgirêkên mezin ê Tirkiyeyê "reşwet e" û dê vî bigirin dest.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR