DİHA - Dicle Haber Ajansı

Polîtîka

'Em dê tax bi tax berxwedanê mezin bikin'

 
28 Ekim
14:29 2016

AMED (DÎHA) - Bi hzaran gelê Amedê li gel hemû astengiyan çalakî pêk anî û li dijî tundiya dewletê bertekên xwe anîn ziman. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, diyar kir ku di salên 90'an ne tetelefon û ne jî înternet hebûn wiha got "Em dê tax bi tax xwe bi rexistin bikin. Hemû kes hevserokê giştî ne. Her kes rêveberên partiyê ne. Em li hemberî vê faşizmê serî natewinin.

Bertek û nerazîbûnên li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê her ku diçe mezin dibe. Bi hezaran welatiyên Amede li ber avahiya DBP'ê ya Navçeya Rezan a Amedê kom bûn û bertekên xwe anîn ziman. Di çalakiya şermezarkirina binçavkirina hevşaredaran de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevserokê Gişti yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Sebahat Tuncel û Kamuran Yuksek, Wekilên HDP'ê Çaglar Demirel, Îdris Baluken, Hevserokên DBP û BDP'ê ji di navde bi hezaran kes amade bûn. Bi hezaran kesên li qadê kom bûn bi siloganên "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Diz û qatîl AKP", "Bê Serok jiyan nabe" û "Şaredarî yên gel in, de yên gel bin" berz kirin. Demîrtaş û wekilên HDP'ê piştre hatin qadê û gel silav kirin.

'Li dijî neheqiyê berxwedan rewa ye'

Bi hezaran ciwan, zarok û mezin ên qad tije kirin, bi hatina Demirtaş a qadê betir coşiyan û siloganên "Gelê Amedê bi we serbilind e" berz kirin. Ewil Hevsroka Gişti ya DBP'ê Sebahat Tuncel, axivî û diyar kir ku dê li dijî berxwedana gel zilm tek biçe. Tuncel, anî ziman ku dewlet bi hemû hêza xwe li dijî gelê kurd şer dike û wiha got: "Bi hezaran polis li hemberî me şer dikin. Em ji polisên wan natirsin. Dixwazin kurdan tune bikin. Karkerên kurd ji kar dûr dixin. Qeyûme tayînî şaredariyan dikin. Hevşaredarên me binçav dikin. Dibêjin em de li we wisa bikin û dengê xwe dernexin. Li dijî zilmê berxwedan rewa ye. Em dê heta dawî di ber xwe bidin."

'We dît çawa zilmê li jinê dikin'

Tuncel, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Hevala me Gultan Kişanak çû komîsyona darbeyê. Li wir hişmendiya darbekaran lepirsîn kir. Rola AKP'ê ya darbekar danî holê. Lê di vegerê de li balafirgehê hat binçavkirin. Firat Anli li mala xwe hat binavkirin. Wisa difikirin ku hevalên me binçav bikin ev doz û ev tekoşîn de bi dawî bibe. Ev doz û ev têkoşin tu cari bi dawî nabe Hûn Gultan Kişanak nas dikin? Wê tu carî li diji zilmê seri netewandiye. Hun wisa difikirin ku vîn gel bi hesanî bişkînin. Lê hûn xwe di xapinin. Armanca wan a sereke tekoyina azadiya jinê ye. We dît çawa êrîşî jinên li kolanan di ber xwe da kirin. We dît hevala me Ayla Akat çawa bi zorê binçav kirin. We diti çawa li hevala me Ceylan Bagriyanik bi erdê re kaş kir. Wan li dijî zilmê di ber xwe da. Wan serî netewand.

Berdevka KJA'yê Ayla Akat, du serdeman wekîltiya gel kir. Di nava gel de cihê xwe girt. Têkoşîna azadiya jinê da. Ji ber li diji zilmê di ber xwe didin rasti zilma dewletê hatin. Bi ser navenda KJA'yê de girtin. Gelo hûn de karibin tevgera siyasi ya jinê darizînin. Gelê kurd di zindanan de li kolanan û li Kobanê di ber xwe da. Li Rojava şoreşê pêş dixe. Ew çendi êriş bikin û vîna me bi erdê re kaş bikin jî em li ser piyan di ber xmwe didin. Ji br ku jin li ber zilma dewletê seri natewinin û di ber xwe didin ten kuştin. Em weki têkoşîna jinên azad dizanin ku azadiya jinê çiye. Em dizanin ku jin dê çawa azad bibin. Ger ku jin ne azad û ne bi rexistin be, civak jî azad nabe û bi rêxistin nabe. Jin ne xerîbê ve tundiyê ne. Ji boazadiya xwe heta dawî di ber xwe didin û dê heta dawi di ber xwe bidin. Gelê kurd jî gelek rojên bi vî rengi dît. Heta niha di ber xweda û de ji niha û şûnde jî di ber xwe bide."

Vîna gel hatiye desteserkirin

Tuncel, spasiyên xwe ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re jî anî ziman û wiha berdewam kir: "Em ji Birêz Ocalan re gelek spas dikin. Birêz Ocalan li diji tundî, şer û eşan heta niha di ber xwe da. Lê AKP'e ev keda Birêz Ocalan herimand. Divê êdî em ji bo doz û fikra Birêz Ocalan bêtir xwe bi rêxistin bikin û Fikrên Brêz Ocalan têxin meriyetê. Mesele desteserkirina vina gel e. Em dê ji bo mafê xwe heta dawî têbikoşin."

'Navê vê yeke desteserkirin e'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş jî anî ziman ku heta niha gelek caran rastî bêhiquqiyên bi vî rengî tên û wiha got: "Hevşaredar rastî feraseta 100 salan hatiye. Hikumetên TC'ê tev li diji hiquq û zagonan tev digerin. Ji bo xwe dijhiquqî u dijzagoniyê rewa dibînin. Ji bo Mûsile dibejin bila gel xwe bi rê bibê. Lê dema li Cizîr, Şirnex û bajarên din êrîşên li dijî hiquqê pêk tinin. Mafê gel heye xwe bi rêve bibe. Erdogan û hikûmeta wî diwaze bi dare zorê desteser bike. Bi zorê mafê gel ji deste gel bigire, Dixwazin qeyûmê tayîni Mêrdîn û Wanê jî bikin. Dibe ku cop û maşînên zirxî yên dewletê hebin. Dibe ku şaredariyan desteser bike. Lê yê me ji vîna me heye. Ew dagirker û talanker in."

Yen li vir dagirker AKP bi xwe ye. Hûn nikarin bi hilbijartinê şaredariyan bi dest bixin hûn bi zilm û zorê şaredariyan ji deste gel digirin. Hûn nikarin bi dest bixin niha hûn talankirin, wêrankirin û desteserkirine dikin. Diçin li malan diziyê dikin. Di cîhane de mafê tu kesi tune zilmê bike. Ger ku zilm û zordari hebe yê me ji mafê berxwedanê heye.

Cihê zilm û fazîşz lê hebe berxwedan jî rewa ye. Dê hemû mafê rewa ji destê me bigirin. Her tişti qedexe bikin. Dê tenê medya hawiz di destê xwe de bihêlin u hemû rastiyan berovaji bikin. Dê bejin 'HDP li Amedê xelas bû. Lê êdi kes ji derewen wan bawar nakin. Cihê zilm lê hebe her tişt rewa ye.


Heke qeyûm tayîn dikî li şûna Kadîr Topbaş tayîn bike

Îktidar bi copê li ser piyan dimîne. Her tişt qedexe ye. axaftin qedee ye, meş qedexe ye, siyaset qedexe ye. Rojên wan êdî hejmartiye. Dê hilbijartinek bibe yan kirîz be nizarim. Em alîgirên darbekaran nînin. Me bawer kir bi parastina siyaseta demokratîk îktidarê hilweşînin. Ya herî baş pêşv e diçe em in. Nİkarin me bidin rawestandin. Di çarçoveya demokratîk de heke li 81 bajaran û navçeyan hêza me hebe 5-10 kes bin jî em ê dakevin qadan. Daketina qadan rewa ye. Ev qedexe nîne. OHAL nikare li dijî gel bê îlankirin. Em vê qebûl nakin. Hê axaftinên min neqediyaye lêpirsînê vedikin. Ev çi lez e. Ger hûn evqas bi lez in hemû kujer, piştevanên terorê li Enqereyê ne hûn çima wan danarizînin. Me jî hiqûq xwendiye. Di darazê di parenî heye, em bang li wan j^idikin. Malîkxaneya ku Melîh Gokçek ji Fetullah Gulen re çêkir li wir e. Ma parsel bi parsel hemû ereziyên Enqereyê pêşkêş nekir. Ger qeyûm bê tayînkirin li şûna Kadîr Topbaş tayîn bike. Ew kesê tê gotin Wezîrê Dadê ma ne tu bû. yê ku peşnê Gulen dida. niha dibêje em hatin xapandin. Wê demê bibêje min wezîrî nekiriye ez yekî saf û exmaq im û îstifa bike.

Ên ku şaredariya gel kirin hatin binçavkirin

Xwedê dê ji vî cihanê jî, ya din jî hesabê vê bipirse û dê ji bevilê we re bîne. Tu hed û hesabê wan nelirêtiyan tuneye. Hin şaredar li Tirkiyeyê cihên wan tuneye ku vi pereyî daynin. Li Çînê, Swîsreyê qasî ku aqîlê mirov têr nake pereyê wan heye. Ev wekî welatparêz li ser kar in. Ên ku şaredariya gel dikin jî di bin çavan de ne. Em vê nikarin hezm bikin. Vî beesiltiyê û bêhediyê hewl didin ku rewa nîşan bidin, qebûl nekin.

'Ji bo paqijî bê kirin em hewl didin lê polîsan pêşiya wesayîtan girtine

Ji bo ku ev şer bê rawestandin divê di nava dewletê de dengek bilind bibe. Me her tiştê xwe daniye holê divê di hundirê dewletê de jî denge bê derxistin. Dê sibehê ev fersend jî ji destê we biçe. Divê hemû mazlum dest bidin hev û vî zilmê têk bibin. Heta ku hevşaredarên me bên berdan em ê mal bi mal, tax bi tax. navçe bi navçe bigerin. Dikarin asteng bikin. Sekn nîne. Li van taxan di çavêng el de hêrs heye. Hemû şaredar û kadroyên me dê bi şev û roj seferber bibin. Ji bo paqijî be kirin em îro jî dixebitin. Îro pêşiya makîneîkmalê ji aliyê polîsan ve hatiye girtin. Nahêlin wesayît derkevin. Piştre dibêjin gel mexdûr dikin.

Turk-Telekom û şîrketên taybet tiştên ku hûn dikin sûc e

Çend roj in internet qutkirî ye. Ji bo ku xebatên em dikin neyê bihistin. Mirov mexdûr in. Nexweşên giran ji ber ku s^sitem nîne nikarin derman bikirin. Turk-Telekom û şîrketên taybet tiştên ku hûn dikin sûc e. Pereyên ku em didin bila heram be bila ji bêvilê we bê. Ji quruşekî xêrê nebînin. Ji pereyê ku hûn ji xizanan digirin xêre nebînin. Ez bang li gel dikim. Biçin dozê vekin û gilî bikin. Nexweşên giran tenê ji bo ku dengê HDP'ê neyê bihistin hûn mexdûr in. Berpirsyariya vê aydî Wezareta Tenduristiyê ye.

Ev xebat emanetî we ye

Hemû Amed dê dengê me bi awyekî bibîhize. Em ji salên 90'an heta niha bi vî rengî dixebitin. Ne telefon hebû ne jî tiştekî din. Nikarin me asteng bikin. Ancax dikarin înternetî medyaya civakî astng bikin. Hemû kes hevserok eb Hemû kes rêveberê partiyê ye. Li dijî şerê zilmê em li ser piyan in em ê biçin gel û xebatên rêxistinkirinê bidomînin. Em xebat emanetî we ye. Em ê li dijî êrîşa li hemberî janan jî bi xebat û berxwedenekî mezin bersivê bidin. Em xebat emanetî we ye."

Piştî axaftinan gel dirûşmên "Em ê bi birxwedanê bi ser kevin" "Dest nede îradeya min" berz kirin. Piştre Demîrtaş û kesên pê re çûn ninêja înê. Polîsên ku gem dorpêç kirin 2 ciwan binçav kirin.

(sa-mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR