DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jin

Jin dê li diji polîtikayen AKP'ê li qadan bin

 
28 Ekim
13:29 2016

MERSİN (DİHA) - Koordinasyona KJA ya Mêrsinê li dijî hemû êrişên li Amedê pêk tên dê dakevin qadan. Endamên KJA'yê diyar kirin ku ew dê li diji politîkayên AKPê li qadan bin.

Koordînasyona Bajar a Kongereya Jinen Azad (KJA) ya Mêrsînê, li dijî êrîşen li ser siyasetmedarên kurd, dijberî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û li dijî binçavkirina berdevka KJA'ye Ayla Akat Ata li avahiya HDP'ê ya Mêrsînê daxuyani da çapemeniyê. Di civîna çapemeniye de endam û rêveberên HDP'ê û Hevşaredara Akdenizê Yuksel Mutlu amade bûn. Endama KJA'yê Çîgdem Goksoy, diyar kir ku îktidara AKP'ê dijminantiya jinê dike û ew dê li diji polîtikayên jinê dakevin qadan û wiha got: "Divê hemû jin li dijî polîtikayên faşîzan ên AKP'ê dakevin qadan. AKP bi van polîtikayên xwe yê faşizan dijminantiya jinê dike. Divê li diji hişmendiya mêr hemû jinên bûne xwedî gotin, xwe bi hez kirine û tedikoşin bêtir dengê xwe bilind bikin û dakevin qadan. Wekîlê Jin ên HDP'ê û berdevka KJA'yê li ber Şaredariya Amedê rastî tundiyê hatin û Ayla Akat hat binçavkirin. Em de li dijî van polîtîkayen AKP'ê yên inkar û îmhayê dakevin qadan. "

Goksoy, destnişan kir ku Endama Meclisa Akdenizê Hediye Eren û Hevseroka HDP'ê ya Akdenîzê Mesude Şahin bi heman hincetê hatine binçavkirin û wiha got: "Em dixwazin hemû bijarte bi lezgîn serbet bên berdan. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî van polîtîkayan helwesta xwe nîşan bidin.

Hevşaredara Akdenizê Yuksel Mutlu ji anî ziman ku di çalakî û berxwedana Amedê de jin peşengiyê dikin û xwest jin li Mêrsinê ji helwest u bertekên xwe binin ziman. Mutlu, da zanin ku li Amedê kaşkirina jinên kurd peyama kaşkirina vîna gelê kurd a li erdê ye û ew dê vê yekê qebûl nekin. Daxuyanî bi silogana " Biji Berwxedana Jine" bi dawi bû.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR