DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jin

Em ê têkoşînê zêdetir xurt bikin

 
28 Ekim
12:29 2016

STENBOL (DÎHA) - Jinên tirkiyeyî diyar kirin ku ew carek din bûne şahidê êrîşên li dijî hevşaredar û parlamenterên HDP'ê ku deng, reng, vîna jinan di meclisê de bi cih kiriye û wiha gotin; "Dê jin ji her demê zêdetir têkoşînê mizin bikin."

Jinên Tirkiyeyê binçavkirina Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak wekî "darbeya li dijî vîna jinan" şîrove kirin û li dijî derbkirina jinan a li Amedê jî gotin ku dê jin têkoşînê zêditir mezin bikin.

'Vîna jinan baweriyê da me'

Berdevka Meclisa Jinên Sosyalîst Pinar Turk diyar kir ku ew carek din bûne şahidê êrîşên li dijî hevşaredar û parlamenterên HDP'ê ku deng, reng, vîna jinan di meclisê de bi cih kiriye û wiha got: "Dê jin ji her demê zêdetir têkoşînê mezin bikin. Jin girtin, binçavan, lêdan û bi erdê re kaşkirinê girtin ber çavên xwe û xwedî li vîna xwe derketin. Em xwedî li vîna xwe derdikevin. Ji ber ku ew vîn xwe ji bo gelê xwe feda dike. Ev vîn ku zilamê serdest ditirsîne, baweriyek mezin jî dide me."

'Divê em îsyanê bibin kolanan'

Turk anî ziman ku yên li Amedê tundiyê li hemberî jinên ku xwestin şaredariya xwe biparêzin pêk anîn, li Stenbolê jî li hemberî Ayşegul Terzî ya ku şor li xwe kiribû pêk anîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Amed, Stenbol, Îzmîr û Wan ferq nake. Nêzîkatiya wê li hemberî hemû jinan heman e. Tişta ku dikeve ser milê me jî ew e ku divê em li dijî vê hişmendiyê berxwedana xwe mezin bikin. Îsyana jinan bibin kolanan."

Heta dawiyê têkoşîn

Nûnera Giştî ya Platforma Rawestandinên Cînayetên Jinan Gulsem Kav destnîşan kir ku bi binçavkirina Kişanak re hatiye nîşandan ku OHAL û şer bandorek çawa li ser jiyana jinan dike û wiha got: " Dixwazin ku bi avêtina qeyûman û bi binçavkirina Kişanak re ked, îradeya jinan û gelê Amedê tune bihesibînin." Kav diyar kir ku di heman demê de dixwazin şaredariyên ku bi îradeya jinê tên birêvebirin bi tirsînin û wiha axivî: "Wê tucaran jin vê yekê qebûl nekin û dê li hemberî vê yekê heta dawiyê têkoşînek mezin were dayîn."

Jin dê ji heman deman bêhtir berxwedana xwe bilind bike

Berdevka Jinên Yeryuzuyê Aylin Kaplan jî anî ziman ku piştî darbeya 15'yê Tîrhemê hikûmetê dibin navê 'me darbe ber alî kiri em demokrasiyê dixwazin' de bi pêk anînên OHAL'ê êrîşî hemû rengê civakê yên jinan kir û ev tişt anî ziman: " Desthilatdariya zilam îro li hemberî hemû bindestan polîtîkaya perçiqandinê di şopîne û xirakirin derxistiye asta herî jor. Bi vê yekê êrîşî nirxê me dike." Kaplan bi lêv kir ku êrîşa li hemberî rêveberiyên herêmî di heman demê de êrîşa li hemberî hemû destkeftiyên jinên azadîxwaze û wiha pêde çû: "Ev êrîş ji bo şikandina îradeya jinê pêk tên. Binçavkirina Kişanak û derpkirin û bi erdê re kaş kirina jinan tê wateya tepisandina têkoşîna jinan. Tê xwestin ku împaratoriya zilam were avakirin lê bersiva meya li hemberî vê yekê dê berxwedana me be. Tu kes nikare îradeya jinê teslim bigire. Gultan Kişanak ne bi tenê ye û ew îradeya hemû jina ne."

(aw)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR