DİHA - Dicle Haber Ajansı

Polîtîka

Çalakî mezin dibin: Bi sedan kes li Rezanê hatin cem hev

 
28 Ekim
11:41 2016

AMED (DÎHA) - Ji bo şermezarkirina binçavkirina hevşaredarên Amedê bi sedan kes li ber avahiya şaredariyê û navçeya Rezana Amedê li hev kombûn.

Bertekên li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û dorpêçkirina şaredariyê ji aliyê polîsan ve zêde dibin. Çalakiya ku ev sê roje li ber şaredariyê didome, li navçeya Rezanê jî destpê kir.

Bi sedan welatî di saetên serê sibê de ji bo tevlî çalakiya ku dê li ber avahiya DBP'ê ya navaçeyê bê lidarxistin bibin diherikin DBP'ê. Ligel ku qad ji aliyê polîs û wesayîtên zirxî ve hatiye dorpêçkirin jî gel diherikin qadê.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî DBP'ê Sebahat Tuncel, Serokwekîlên Koma HDP'ê Çaglar Demîrel û Îdrîs Baluken û parlamenterên HDP'ê hatin qadê û silav dan gel.

Li qadê dirûşmeyên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Qatîl, AKP" û "Amed neraze xwedî li vîna xwe derkeve" hatin berzkirin.

Çalakî dê bi axaftina hevserokan destpê bike.

(mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR