DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jin

Uca û Bagriyanik dê derbarê polîsan de serlêdan sûc bikin

 
28 Ekim
10:09 2016

AMED (DÎHA) - Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca û endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik ên di çalakiyên şermezarkirina binçavkirina hevşaredarên Amedê de ji aliyê polîsan ve li erdê hatin kaşkirin dê li dozgeriyê gilî bikin.

Piştî polîsan Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli binçavkirin û şaredarî dorpêç kir, gelê Amedê, xebatkarên şaredariyê û parlamenterên HDP'ê helwesta dewletê şermezar kir û li ber şaredariyê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de polîsan êrîşî gel û parlamenteran kiribûn û bi cop, bombeyên gazê û ava şit êrîşî parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca û Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik kirin, ew derpkirin û bi erdê re kaşkirin. Piştî derpkirinê Uca û Bagryanik rapora derpkirin girtin û dê serî li dozgeriyê bidin.

'Polîsan herî kêm 10 caran êrîşî me kir'

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, diyar kir ku çalakiya wan di bin êrîş û dorpeçkirinê de didome. Uca, anî ziman ku dewlet hemû riyan digre û tahmûla wan a kombûna gel tûneye û wiha got: "Binçavkirin hene. Em dixwazin li dijî êrîşên dewlet bi sekinin. Em dizanîn ku dewletê hemû amadekariyê xwe kirine û hatine vir. Polîs me hedef nîşand didin. Xwestin li ser me provakasyonan pêk bînin. Berpirsiyarên polîsan jî li vir bû. Piştre TOMA xwest erîşî gel bike. Em xwestin li dijî TOMA'yan bisekinin, berpirsê polîsan hat liber parlamentera me girt. Piştre polîsan herî kêm 10 caran êrîşî me kir. Weneyên êrîşa polîsan di çapameniya Tirk de jî derketin. Polîs jinên kurd li kolanan derp dike. Milê wan şikandin û bi erdê re kaşkirin."

Uca, bi lêv kir ku ev êrîş nêzîkatiyên AKP'ê yên li dijî jinan dide diyarkirin û wiha pêde çû: "Em bi copan hatin derpkirin û bi erdê re kaş kirin. Dema jinên kurd ji aliyê polîsan ve dihatin binçavkirin me destûr ne didan. Van êrîşan tiştek nîşanî me da. Dewlet dixwaze êrîşî gel û me bike û me binçav bikin. Dixwazin siyaseta me ji holê rakin. Me hemû wêneyên êrîşê yên ku li kolanan hatin kişandin kom kirin. Em ê hesabê van êrîşan bipirsin. Em ê li dijî van êrîşan têkoşîna xwe bilindtir bikin. Dewlet bi êrîşên li dijî jinan nêzîkatiyên xwe nîşan dide. Dewlet ji me jinan ditirse."

Uca, diyar kir ku ev berxwedan bi tekoşîna jinan dest pê kir û wiha axivî: "Me bersivek mezin da dewletê. Ji ber dewlet ji jinan ditirse bi ser KJA'yê de girtin û lêgerîn pêk anîn. Ev serdegirtina KJA'yê ji me re peyamek bû. Dewlet dibêje hûn jin çiqas xwe birêxistin bikin, em ê ewqas êrîşî we bikin. Çekên me tune ne em li kolanan têdikoşîn. Em jin alên azadiyê li kolanan digerînin. Dê jin civakê biguherînin û dê jin vî şerî bidin rawestandin. Em ê hertim li qadan bin û em ê têkoşîna xwe bidomînin."

'Dê serî li dozgeriyê bidin'

Uca, di dawiyê de da zanîn ku ji ber derpkirina polîsan mil, parsû û pişta wê diêşe û wiha got: "Her cihê min deriziye. Çi dibe bila bibe em ê serî ne tewînin. Me ligel bijîşk rapora derpkirinê girt û em ê serî li dozgeriyê bidin."

(mo-rd/mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR