DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jîngeha Kedê

Barê wan girane perê wan kême

 
28 Ekim
09:14 2016

GOKHAN ONER

DENÎZLÎ (DÎHA)
- Li Tirkiyeyê karkerên zarok her ku diçe hêjmara wan zêde dibe û li Herêman 3'yemîn a Sanayiya Denîzliyê hezar zarok di şert û mercên xirap de tên xebitandin. Karkerên zarok ên ku mecbûr dimînin barê giran rakin, diyar kirin ku ew bi pereyekî kên dixebitin.

Li Tirkiyeyê ku ji sedê 29,4 nifusa wê ji zarokan pêk tê, nêzî 900 hezar karkerên zarok lê dixwebitin. Ji sedî 32,7 zarokên dixebitin temenê wan di navbera 6-14 salî, ji sedî 67,3 jî 15-17 salî ne. Ji sedî 49,8 zarokên karker dibistanê dixwînin lê ji sedî 50,2 jî nikarin biçin dibistanê. Li gorî daneyên Meclîsa Tendirûstiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) li Tirkiyeyê di cÎnayetên karkeran de di navbera salên 2013-2015'an de 176 karkerên zarok, di 9 mehên 2016'an de jî 37 zarokên karker jiyana xwe ji dest dane. Di sê salên dawî de jî 19 zarokên koçeber ên ji Sûriyeyê hatine di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Merkezefendî ya Denîzliyê li Herêma 3'yemîn a Sanayiyê de hezar zarok tên xebitandin. Karkerên zarok ji sedî 70 zarokên kurin, bê sîgorte û di şert û mercên xirap de tên xebitandin. Zarokê bi navê Î.T. (16) ê di fabrîkaya tekstîlê de kar dike diyar kir ku di karê ku bê sîgorte de dixebet, rojê 10 saetan dixebite û 25 TL digirie. Î.T., da zanîn ku bêyî ku baş rakevin tên fabrîkayê, xeyala wî xew û li kolanê bi zarokan re top lîstine. Î.T., bi lêv kir ku bi hatine zivistanê re karê wan zehmetir dibe û wiha got: "Em li kar tenê di dema xwarin û çayê de bêhna xwe vedikîn. Em gelek caran rastî heqaretên karmendan tên. hinek karkerên zarok jî tên derpkirin.

Î.T., anî ziman ku gelek zarokên li sanayiyê dixebtin ji ber ewlehiya kar ne hat girtin jiyana xwe ji dest dan û wiha pêde çû: "Li vê sanayiyê zarok barên ji kîloya xwe girantir radikin. Ez nêzi 45 kîlo me ez gelek caran di bin barê ku radikim de difetisim. Hinek telîs 70 kîlo ne."
Zarokê bi navê A.K. (16) ê ku wekî marangoz dixebite destnîşan kir ku saetên kar ên wan ne diyare, carna heta derengiya şevê dixebitin û wiha domand: "Ez heqdestê xwe nagirim. Em bê maske dixebitin, ji ber wê her tim bêhna me teng dibe û ji ber em dolabên ku ji bejna me mezintirin radikin pişta me her tim diêşe."

Zarokê bi navê A.D. ligel marangozekê dixebtie diyar kir ku ji ber deriyên ku tên çêkirin paqij dike her tim destên wî birîn dibin û ji ber ku her tim dixebite birînên wî sax nabin.

Nûnerê ÎHD'ê yê Egeyê û Endamê Komîsyona Zarokan a ÎHD'ê Parêzer Alî Aydin jî wiha axivî: "Karkerên zarok bi pereyek kêm tên xebitandin. Piştî AKP hat ser îktîdarê hêjmara zarokên karker zêdetir bûye. Ji ber polîtîkayên AKP'ê yên aborî û perwerdehiyê hêjmara karkerên zarok zêde bûye. Ji ber şerê heyî ye dê hêzmara wan zêdetir jî bibe."

(mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR