DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jin

'Hûn nikarin bi girtin û kuştinan me biqedînin'

 
27 Ekim
15:21 2016

ANTALYA (DÎHA) - Jinên li Antalyayê bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin Gulten Kişanak û Firat Anli dan û diyar kirin ku nikarin wan bi girtin û binçavkirinan biqedînin.

Bertekên li hember binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin Gulten Kişanak û Firat Anli zêde dibin. Bertekek jî ji jinên Antalyayê hat. Fatma Uslu, da zanîn ku di 90 salên dîroka Komarê de bi heman rêbazan êrîşî gelê kurd dikin û êrîşa herî mezin a li hember kurdan di vê serdemê de tê jiyîn lê gelê kurd bi tecrûbeyên xwe yên berê van êrîşan vale derdixînin.

Uslu, da zanîn ku ew nikarin bi girtin û kuştinan wan biqedînin û wiha got: "Em ê heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe bidin. Em kurdbûna xwe tu caran înkar nakin."

Jina bi navê Ayhan Aytekîn anî ziman ku ligel hemû zextan jî ew dest ji têkoşîna xwe bernadin û wiha pêde çû: "Em natirsin, kesek nikare înkar bike ev erdnîgarî ya me ye. Em ê li ser vê axê bin." Jina bi nabê Bedîa Adiguzel destnîşan kir ku ew ji bilî aştiyê me tiştekê naxwazin, dozek a gelê wan heye û ew ê ji bo doza gelê xwe têbikoşin.

Jina bi navê Ayşe Gerdan jî wiha axivî: "Dê serokomar Erdogan hesabê tiştên ku kirine bide. Gelek ji gelê kurd ditirsin. Ji bo biser qirêjiyên xwe de bigirin hevşaredarên me binçav kirin."

(mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR