DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jin

'Em koletiyê qebûl nakin'

 
27 Ekim
15:06 2016

MÛŞ (DÎHA) - Kongreya Jinên Azad (KJA) di çarçoveya kampanya "Ez li Rêberiya Xwe, Axa Xwe û Azadiya Xwe xwedî derdikevim" de li Mûşê gihiştin hev. Wekîla HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, diyar kir ku jinên kurd dê koletiyê qebûl nekin."

Kongreyâ Jinen Azad (KJA) di çarçoveya kampanya kampanya "Ez li Rêberiya Xwe, Axa Xwe û Azadiya Xwe xwedî derdikevim" ya di 5'ê tebaxê de dabû destpêkirin li Rêxistina HDP'ê ya Mûşê gihiştin hev. Di civînê de wekîlên HDP'ê Burcu Çelik Ozkan, Gulser Yildirim, Endama Meclîsa DBP'ê Hatîce Demîrkaya endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên jin amade bûn. Dîsa Hevşaredara Gimgimê Sabîte Ekîncî û gelek jinên din amade bûn. Di civînê de wêneyên Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Uyar û wêneyê Mîray û jinên li Cizîrê hatin qetilkirin hatin daliqandin

'Em tu carî koletiyêqebûl nakin'

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Wekîla HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim axivî û wiha got: "Hişmendiya azadiya jinê tehamul nake êrîş dike. Sed salin polîtîkaya înkar û îmhayê li ser kurdan dimeşînin û dixwazin wan bikin koleyê xwe. Em vê yekê tu carî qelûl nakin û em dê têkoşîna xwe mezin bikin.

Wekîla HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelîk Ozkan jî binçavkirina Hevşaredarên Amedê şermezar kir û wiha axivî: "Gultan vîna jinê temsîl dike. Gultan di îşkenceya zindana Amedê de têk neçû niha jî têk naçe.

Ozkan destnîşan kir ku meclîsa Tirkiye bûye navenda AKP'ê û wiha got: "AKP bi 15'ê Tîrmehê re OHAL li dijî gelê kurd xist meriyetê. Niha pratîka xwe ya darbeyê li ser gelê kurd pêk tîne. Bi biryarên KHK'ê û qeyûman dixwaze destkeftiyên kurdan ji destê kurdan bigire. AKP ya pêvajoya çareseriyê xelas kir, niha plana xweya şer ku di 2014'an de amade kiribû dixe meriyetê. Li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîd giran kir. Em dê ji bo mafên gelan û li dijî tecrîdê têkoşîna xwe berdewam bikin:"

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR