DİHA - Dicle Haber Ajansı

Polîtîka

Wekîlê HDP’î Sancar: AKP du rû ye

 
27 Ekim
13:25 2016

ENQERE (DÎHA) - Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar, helwesta AKP'ê ya li hemberî darazê rexne kir û diyar kir ku AKP du rû tev digere û ne durist e.

Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, di civîna lijneya Meclîsê de bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak da û diyar kir ku AKP du rû ye. Sancar, anî ziman ku divê di durûtiyê de jî sînorek hebe û wiha got: "Niha Wekîlê Serokê Koma AKP'ê radibe dibêje kes nikare biryarên darazê îtîraz bike. Lê gotinên Serokomar Erdogan ên "Ez hurmetê ji biryara Dadgeha Qanûna Bingehin re nakim. Ez qanûna bingehîn nas nakim" ji bir dike. Ji bo xwe qanûnê nas nakin, lê dema mijar dibin em dixwazin em hurmetê nîşan bidin. Ev çi durûtiyê. Em ji AKP'ê de dibêjin hûn ne demokrat in. lê qene nebe durist tev bigerin"

(mae)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR