DİHA - Dicle Haber Ajansı

Polîtîka

Tugluk: Dê herî zêde Komara Tirkiye zerarê bibîne

 
27 Ekim
10:09 2016

AMED (DÎHA) - Cîgira Hevseroka HDP'ê Aysel Tugluk, bal kişand ser tundiya îktîdara AKP'ê ya li ser gelê kurd dimeşîne û wiha got: "AKP bi van êrîşên xwe herî zêde zerarê dide Komara Tirkiye. Divê dewlet dest ji vê hewldana jiyana hevpar berde.

Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Prz. Aysel Tugluk, bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli da û xwest îktîdar bi lezgîn dest ji van pêkutiyan berde û hevşarearan serbest berde. Tugluk, diyar kir ku dewlet demek dirêje amadekariya binçavkirin û dorpêçê dike û wiha got: "Em dizanin berê jî gelek hevşaredarên me ji peyvirê hatin girtin û piştre hatin girtin. Herî dawi qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Gav bi gav ber bi Şaredariya Bajarê Mezin Amedê ve hatin. Em dewletê û polîtîkayên dewletê baş nas dikin. Dewleta Tirkiye polîtîkayên nijadî, olperestî û cudakariyê pêş dixe. Dewlet vîna kurdan qebûl nake. Hemû pirsgirêk ji neqebûlkirina vîn û nasnameya kurdan dest pê dike. Hemû polîtîka li ser êrîşa li dijî nirx û destkeftiyên kurdan pêş dikeve. Dewlet polîtîkayên faşist li ser kurdan dimeşîne. Em Faşizmê baş nas dikin û zanin. Helwest û têkoşîna me ya li hemberî vê yekê jî pir zelal û teqez e.

Gelê Amdê qeyûmê nas nake


Tugluk, ev pêkanînê dewletê wekî desteserkirinê bi nav kir û wiha berdewam kir: "Gelê Amedê dê vê desteserkirin û qeyûmê nas neke. Binçavkirina Kişanak û Anli nayê qebûlkirin. Divê bi lezgîn serbest bên berdan. Bila kes ji me nexwaze ku em vê yekê qebûl bikin. Heta niha hemû polîtîka li ser tunekirin û îmhayê pêş ketin.


'Berxwedan dê bidome'

Tugluk, bibîrxist ku her dem dibêjin "Me xelas kir, tune kir" û polîtîkayên têkçûnê dimeşînin û wiha berdewam kir: "Lê her dem li dijî van êrîşan berxwedana li Kurdistanê kêm nebûye. Gelê kurd her dem li dijî van polîtîkayan di ber xwe dide. Gelê kurd her dem li nirx û destkeftiyên xwe xwedî derketye. Gelê kurd li hemberî van êdîş û desteserkirinê bêdeng namîne. Çawa ku heta niha di ber xwe daye, dê ji niha û şûnde jî di ber xwe bide û li vîn û nirxên xwe xwedî derkevin.

Aysel Tugluk, herî dawî ji hemû gelê Tirkiye xwest ku li hemberî vê zilmê serî rakin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Heta niha her kesî temaşeyî êrîşên li ser gelê kurd kir. Tenê gelê kurd li dijî vê zilmê di ber xweda. Lê ev êrîş ne tenê li dijî gelê kurd, li dijî hemû hêzên demokrasiyê ye. Hemû hêzên demokrat, sosyalîst û parazvanên mafên mirovan dike hedef. Divê hemû hêzên dibin hedef û bibin yek. Ger ku gelê kurd ji dewletê qut bibe dê herî zêde Komara Tirkiye zerarê bibîne. Dewlet bi van polîtîkayên xwe herî zêde zerarê dide Komara Tirkiyeyê."

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR