DİHA - Dicle Haber Ajansı

Polîtîka

Demîrel: Bila hikûmet hişê xwe bîne serê xwe

 
27 Ekim
10:05 2016

AMED (DÎHA) - Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, diyar kir ku AKP û Qesr ji bo dabekarên siyasî yên ku ketine nava partiyan veşêre êrîşî HDP, DBP'ê hêzên demokratîk dike û wiha got: "Bila hikûmet hişê xwe bîne serê xwe. Em kurd ne bê alternatîfin."

Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel ku ev du roje ligel gelê Amedê li ber şaredariya Amedê li hemberî êrîşên polîsan li ber xwe didin derbarê binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê û armanca hikûmeta AKP-Qesrê de axivî.

Demîrel, da zanîn ku li Tirkiyeyê ev salek û nîvî hewldana darbeyê tê jiyîn û wiha got: "Îktîdara AKP'ê ji bo siyaseta demokratîk asteng bike her tiştî dike. AKP'ê bi hember hemû aliyê mûxalif polîtîkayên zextan xistiye dewrê û ev zext her ku diçe zêdetir dibin. ji ber AKP ji serkeftina HDP'ê yê hilbijartinên 7'ê Hezîranê aciz bû û hezm ne kir operasyonên qirkirina siyasî dane destpê kirin. Bi binçavkirina Kişanak û Anli destkeftiyên ku bi hilbijartinan qezenc nekirî dixwaze bi OHAL, qeryûm, û biryarnameyan bidest bixe û ev jî li hemberî vîna gel darbeyeke."

Demîrel, da zanîn ku zextên li ser HDP û DBP'ê bi îro re sînordar nînin û wiha pêde çû: "Hevserokên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan ev 20 rojin di bin çavan de ne. Îro li hember şaredariya bajarê mezin a Amedê ku ji bo gelê kurd gelek girînge êrîşek pêk tê û ev tê wateya xespa vîna gel. Ji rêveberên herêmî re dibêjin 'hûn nikarin xwe birêve bibin' û qada ku di hilbijartinan de ji sedî 60-70 hatiye bidest xistin tê xespkirin. Paşeroja siyasî ya Firat û Gultan diyare. Herdu siyasetmedarên ku di salên 80'î de li hember darbeyan têkoşiyane û hatine heta roja îro. Tişta ku kirin ji gelê xwe xizmet kirine. Di şexsê wan de vîna gelê kurd tê xespkirin. Em vê yekê qebûl nakin. Em wekî gelê Amedê û siyasetmedarên kurd vê êrîşê wekî desteserkirinê bi nav dikin. Me di salên 80'î de serî ne tewand û em ê îro jî li hember faşîzmê li ber xwe bidin."

Demîrel, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê ku têkiliya wê bi DAIŞ û Cemaatê tê zanîn niha êrîşî kurdên li Bakurê Kurdistanê, Rojava û Iraqê dike.
Demîrel, bi lêv kir ku OHAL û biryarnameya ku gotin li hember darbekarane niha li hemberî gelê kurd û aliyên muxalif pêk tînin û wiha domand: "Divê lingê darbeyê yê siysî derxînin holê û aşkera bikin. Parlamenterên ku li parlamentoyê rûniştine jî tevlî vî karî bûne. Ji bo bi ser vê de bigirin bi operasyonên qirkirinên siyasî li hember HDP, DBP û hêzên demokratîk êrîş dikin. Ligel ku em wekî partiya ku dixwazin bi hemû gelên li Tirkiyeyê di nava aştiyê de bijînin jî lê wekî gelê kurd em ne bê alternatîfin. Em bi nêrînek ku êrîşî hemû aliyên dijberî xwe dikin re rû bi rû ne. Ji ber vê divê me hemû bi yek re di nava berxwedanê de bin. Îdolojiya me çi dibe dibe bila bibe, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê em dest bidin hevdu û têkoşînê mezin bikin. Êdî li Ewropayê jî tu qîmeta AKP'ê û qesrê ne maye. Ji ber ku armanca wan rejîma dîktatoriyê ye. Me heta roja îro li hember dîktatoran serî ne tewand, em ê ne tewînin û li ber xwe bidin."

(mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR