DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jin

Hem kiryar hem firoşger li vê bazarê razî ne

 
27 Ekim
09:09 2016

ANTALYA (DÎHA) - Li Bazara Înê ya navçeya Muratpaşa ya Antalyayê, ji ber herî zêde jinan dezgeh ava kirine, hem kiryar û hem firoşger ji bazarê razî ne.

Li Bazara Înê ya li taxa Varlikê ya Navçeya Muratpaşa, herî zêde dezgehên jinan hatiye vekirin. Ji ber bêtir dezgehên jinê ne, kesên diçin li vir bazarê dikin kêfxweş in. Her wiha bazarvanên jin ku dezgeh vekirine jî li vir kêfxweş in. Li bazarê ji ber ku bêtir jin in bi paqijiya xwe jî balê dikişîne ser xwe. Jinên li vir dezgehan vedikin der û dora xwe paqij digirin û di nava dîsîplînekê de firoşgeriyê dikin. Ji ber paqijiyê kesên tên vir ji bazarê kêfxweşin û dezgehên jinan rastî eleqeyek mezin tên.

Kar nedît bû bazarvan

Firoşgera bazarê Jina 54 salî Nûr Ozorekçî, piştî teqawît bû betal ma. Ozçorekçî piştî betal ma ji bo deynê karta krediyê bide dest bi froşkeriya bazarê kir. Ozçorekçî anî ziman ku jin li gorî mêran bêtir paqij in û wiha got: "Em jin herî zêde qîmetê didin paqijiyê. Dema em fêkîyên xwe difiroşin em lepik bikar tînin. Dema em li bazarê serdestiyê bi dest dixin bazar bêtir paqij dibin û dengê mêran lawaztir dibe.

'Divê jin di qada aboriyê de cih bigirin'

Jina 60 salî Zerin Benek jî 30 sal berê ji Wanê hat û li navçeya Muratpaşa bi cih bû li Bazara Înê dezgeh daniye. Benek anî ziman ku muşterî ji bazarvanên jin pir kêfxweş in û wiha gt: "Em jî ji firotinê kêfxweş in kiryar jî ji me kêfxweş in. Li vir her ku jin di qada aborî de cih digirin xwebaweriya wan jî zêdetir dibe. Karekî zahmet e. Lê divê jin jî di qada aborî de cihê xwe bigirin.


Karê malê û karê bazarê bi hevre dike

Jina 55 salî Emine Demir jî anî ziman ku hem heta nîvro karê malê dike û hem jî piştî nîvro diçe li bazarê dezgeh datîne û firoşkeriyê dike û wiha got: "Herî zêde jin tên bazarê li cem min dikin. Ez ji karê xwe kêfxweş im. Kiryar jî kêfxweşin. Li bazarê serdestiya mêr heye. Divê ev hevsengî bê avakirin. "

Kiryara 50 salî Ayten Guleş jî anî ziman ku dema li bazarê dezgehên jinan dibîne diçeli cem jinan bazariyê dike û ji bazara jinan kêfxweş e.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR