DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jin

'Êrîşa li dijî Rojava li dijî destkeftiyên jinê ne'

 
27 Ekim
09:07 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Nûnerên saziyên jinan ên Îzmirê bertek nîşanî êrîşên Tirkiye yên li Rojava dan û anîn ziman ku êrîşên li Rojava li dijî destkeftiyên jinan in.

Tirkiye piştî Cerablus dagir kir êrişên dagirkeriya Rojava berdewam dike. Li hemberî dagirkerî û êrîşên Tirkiye ya li Rojava bertek û nerazîbûn jî zêde dibe. Nûnerên saziyên jinan ên Îzmirê bertek nîşanî êrîşên Tirkiye dan. Nûnerên jinan anîn ziman ku êrîşa li dijî Rojava li dijî nirxên jinan in û gotin: "Li axa ku êrîşên li dijî jinên ên li hemberî hişmendiya serdest a mêr şer dikin tê wateya êrîşa li hemberî hemû jinên cîhanê. Jinan anîn ziman ku tenê Şoreşgerên Rojava li dijî DAIŞ'ê ku dijminê jinan e şer kiriye

Endama Meclîsa Jinên Sosyalist (SKM) Satiye Uk, anî ziman ku têkçûna Şoreşa Rojava têkçûna têkoşîna jinê ye û wiha got: "Tirkiye piştgiriyê dide êrîşên DAİŞ'ê. Dixwaze bi vî rengî DAIŞ'ê li Rojhilata Navîn li ser piyan bihêle. Şoreşa Rojava Tirkiye dixe nava fikaran. Şoreş û têkoşîna li Rojava têkoşinek xurt û bi kok a jinê ye. Têkoşîna bi biryar a jinê ye. Di vê pêvajoyê de xwedîderketina Şoreşa Rojava û daketina kolanan pir girîng û ferz e. Wekî pêvajoya Kobanê divê niha jî piştevanî bê xurtkirin.

'Em dê li şoreşa Jinê xwedî derkevin

Endama Jinên Ruyê Erdê Ecem Selen jî anî ziman ku jinên Şoreşa Rojava pêş xistin di hedefin û wiha got: "Jinên li dijî hişmendiya serdest a mêr şer dikin dibin hedef. Mudaxaleya li vê axa ku jin li dijî hişmendiya mêr şer dikin, tê wateya mudaxale û êrîşa hemû jinên cîhanê. Ji ber vê yekê divê hemû jinên cîhanê li dijî êrîş û dagirkeriya Rojava dengê xwe bilind bikin. Em dê bêtir bibin dengê têkoşîna jinên têkoşer."

'Hişmendiya mêr hêza xwe li dijî vê şoreşê xerç dike

Endama Meclîsa Kongrêya Jinên Azad (KJA) Melis Akgul jî anî zimanku Rojava axa ku Şoreşa Jinê ya yekîtiya gelan ava dike ye. Akgul, da zanîn ku hişmendiya mêrê serdest hemû hêza xwe li dijî vê yekê xerç dike û got: "Divê jin jî li dijî van êrîşan têbikoşe û xwe bi rêxistin bike."

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR