DİHA - Dicle Haber Ajansı

Polîtîka

Seroka berê ya ANAP'ê: Tirkiye li ser piyê zinar e

 
27 Ekim
09:04 2016

YASİN KOBULAN

STENBOL (DÎHA)
- Endama Tevgera Ji bo Demokrasiyê û Seroka Giştî ya ANAP'ê ya berê Nesrin Nas, bang li her kesî kir ku ji bo demokrasiya tirkiye têkevin nava tevgerê û got: "Cihê şer lêhebe demokrasî tune. Maf û hiqûq tune. Tirkiye li ser piyê zinar e. Ger ku di zinar werbe dê bibe hezar perçe.


Li dijî polîtîkayên AKP'ê û daxwaza Serokomar Erdogan a Serokdewletiyê, Tevgera Yekîtiya Ji Bo demokrasiyê hat avakirin. Tevgera hat avakirin xwest her kes beşdarî vê tevgerêbibe û çeperên tevgera demokrasiyê mezin bikin. Endama Tevgera Ji bo Demokrasiyê û Seroka Giştî ya ANAP'ê ya berê Nesrin Nas, bang li her kesî kir ku ji bo demokrasiya tirkiye têkevin nava tevgerê û got: "Em bang li her kesî dikin ku ji bo li hevhatina Tirkiye têkevin nava tevgerê. Yên ne li ser sifrê bin dê bibin paşîv. Nas, diyar kir ku AKP di çarçoveya OHAL'ê de zagonên KHK'ê derxist û wiha got: "Di vê pêvajoya ku êrîşên li dijî demokrasiyê zêde dibin Tevgera Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê gelek girîng û watedar e. Tirkiye li ser piyê zinar e. Bûye hezar perçe Ger ku ji ji zinar bê xwar dê bibe hezar perçe. Hewldana tevgerê ewe ku Tirkiye ji ser vî zinarî vegerîne. Nas, da zanîn ku Tirkiye di aliyê aboriyê de li ser sînorê qeyranê ye û wiha got: "Li aliyekî şerekî dijwar ê navxweyî heye. Li aliyêdin ji bo tev li şerê derve bibe dinava hewldanek mezin de ye. Li welatê me qeyrana aborî li ber derî ye. Nelirêtî zêde dibe. Ciwan bê hêvî ne. Li Tirkiye koçberiya mejî dest pê kiriye. Li Tirkiye koçberiyek mezin a aqil heye. Ciwanên di qada zanist û zanyariyê de pêş dikevin koç dikin. Dê li pişt çolek zuha û bê bereket bimîne.

'Tevgera Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê Tirkiye ji xew radike'

Nas, bilêv kir ku Tevgera Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê Tirkiye ji hew radike û bang li Tirkiye dike ku êdî rabe ser piyan.

Nas, da zanîn ku cihê şer lê hebe, maf, heq, hiqûq, edalet û mafên mirovan çênabe û xwest rê li pêş şer bigirin.


Nas, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku siyaseta Tirkiye ku bi salan e jê ditirse hatiye serê wê û wiha got: "Siyaseta serdest a li Tirkiye li hemû mijaran bi çavê xwe lê dinere. Dixwaze her tiştî li gorî xwe şirove bike. Divê her kes ji bo pirsgirêka kurd tiştekî bike. Ev barê her her kesî ye. Divê her kes ne bi çavê xwe bi çavê cîhanê li pirsgirêka kurd binere. Tevgera Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê hewl dide vê yekê pêş bixe. Li Tirkiye her ku pirsgirêk zêde bibin dê berxwedan jî zêde bibe. Em dê bi şiklekî bi ser bikevin. Ger ku em hem^udest bidin hev em dê bigêjin rojên geş û xweş.

'Hûn ne li ser sifrê bîn hûn şîv in'

Nas, herî dawî bal kişand ser polîtîkayên Tirkiye yên li Iraq û Sûrî û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Li ser rewşa Rojhilata Navîn gotinek xweş heye. Li Rojhilata Navîn ger ku hûn dawetî sifreyê nehatin kirin li menuyê binerin. Hûn ne li ser sifrê bin hûn di menûyê de ne. Ji ber vê yekê divê her kes bi hestiyar tev bigere."

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR