DİHA - Dicle Haber Ajansı

Polîtîka

Baluken: Em dê li dijî mêtîngeriyê têbikoşin

 
26 Ekim
13:58 2016

ENQERE (DÎHA) - Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken, diyar kir ku êrîşên niha pêş dikevin ji hiqûqa şer wêdetir e û wiha got: "Em dê li dijî êrîş û mêtîngeriyê têbişokin. Li dijî me polîtîkayên dijminantiyê tên meşandin. Heta ku em van êrîşan pûç bikin em dê têbikoşin.

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdrîs Balûken, wekîlên HDPê Mithat Sancar, Meral Daniş Beştaş, Mahmut Togrul û Filiz Kerestecioglu, li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli li Meclîsê civîna çapemeniyê lidarxistin. Serokwekîlê Koma HDP'ê û wekîlê Amedê Îdrîs Baluken, diyar kir ku êrîşên li dijî wan pêk tên di hiqûqa şer de jî tune û ev ji darbeya faşîst a 12'ê Îlonê girantir e. Baluken, anî ziman ku heta operasyonên siyasî yên li dijî wan pêk tên bi dawî bibe dê di ber xwe bidin û têkoşîna xwemezin bikin.
Baluken, destnîşan kir ku binçavkirina hevşaredaran li dijî rûmet û vîna gelê kurd e û ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev êrîş û komkujiya siyasî ya li ser axa Kurdistan û kurdan pratîk û polîtîkayên AKP û Qesrê ye. Niha pêkanînên li dijî siyaseta kurd tê meşandin hiqûqa şer derbas kiriye. Me her dem li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê di ber xwe da. Em dê ji niha û şûnde jî di ber xwe bidin. Ev polîtîkayên şer polîtîkayên dijminantiyê ne. Erdogan dixwaze hiqûqa mêtîngerî û dîktatoriyê têxe meriyetê. Lê dê bi ser nekeve. Komîsyona darbeyê, êdî darbeyê rewa nîşan dide. Hem ruh û hem fîzîka cemaetê di nava AKP'ê de li ser piyan e. AKP li dijî darbeya feto bi ser neketiye.

Baluken, da zanîn ku AKP û qesr dixwaze xwe li ser xwînê bide jiyandin û li ser hêrs û xwînê hesabê Serokdewletiyê die û ji ber vê yekê êrîşî vîna gelê kurd dike. Baluken, herî dawî destnîşan kir ku ew dê bi berxwedan û têkoşîna xwe hemû polîtîkayên şer û tunekirinê pûç bikin û têkoşînag el dê bi ser bikeve. Baluken, bilêv kir ku dê bi hevre li dijî van êrîşan heta dawî di ber xwe bidin û teqez bi ser bikevin.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR