DİHA - Dicle Haber Ajansı

Polîtîka

HDP: Erdogan-AKP dê nikaribin vîna gel teslîm bigirin

 
26 Ekim
10:26 2016

ENQERE (DÎHA)- HDP, bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê dan û da zanîn ku Erdogan-AKP dê nikaribin vîna gel teslîm bigirin.

Rêveberiya Navendê ya Partiya Demôkratîk a Gelan (HDP) derbarê binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

HDP'ê da zanîn ku binçavkirina Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli, lêgerna li malên wan û şaredariyê pêkanînên keyfî û bê hiqûqî ne. HDP'ê da xuyakirin ku Erdogan û îktîdara AKP'ê pêngavên xwe yen ji bo binpêkirina vîna gel bi kînek mezin didomîne û ev tişt ragihandin: "Dixwazin bi êrîşên li hemberî vîna siyasî ya gelê kurd siyaseta demokratîk û muxalefeta demokratîk tasfiye bikin. Binçavkirina Gultan Kişanak û Firat Anli li hemberî siyaseta demokratîk îlana şere. Ev binçavkirina bêhiqûq û keyfî li dijî mafê minrovan a gerdûnî, pîvanên hiqûqa demokratîk û li dijî peymana demokratîk a navneteweyî ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye ye. Ev dorhêla ku Erdogan û îktîdara AKP'ê bi zilmê ava kiriye nayê qebûlkirin. Divê demildest dest ji van pêkanînan berdin û hevşaredara demildest serbes bên berdan. Em bang li hemû saziyên sivîl ên li Tirkiye û cîhanê, partiyên siyasî, hêzên aştî û demokrasiyê, saziyên navneteweyî û parlamentoyan dikin; li hemberî van bêmafiyan bêdeng nemînin û bertekên xwe bînin ziman. Pêvajoya bêhiqûqiyê ya li Tirkiyeyê tê jiyîn û bênpêkirina qebûl nekin."

(mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR