DİHA - Dicle Haber Ajansı

Polîtîka

Yuksek: Em ê li hemberî polîtîkayên AKP'ê xwe birêxistin bikin

 
26 Ekim
09:15 2016

WAN (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, diyar kir ku ev pêvajoya ew têre derbas dibin pêdiviya rêxistinbûyînê bi xwe re aniye û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê dixwaze hêza siyaseta gelê kurd zeyîf bike û belav bike. Li hember vê tişta pêwîst xwebirêxistin kirine."

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek derbarê civîn û banga DTK, KJA, DBP û HDP'ê ya bi şîaara "Em bi ruhê seferberiyê xwe rêxistin bikin, bi berxwedanê bi ser kevin" ku li Amedê pêk anîn nirxandin kirin. Yuksek, diyar kir ku di pevajoya ew niha têre derbas dibin tişta herî girîng ji bo kurdan xwebirêxistinkirine. Yuksek, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê dixwaze hêza siyast û xwerêxistinkirina gelê kurd zeyîf bike û belav bike û tişa li hember vê bê kirin jî xwebirêxistinkirine.

Yuksek, da xuyakirin ku di vê pêvajoyê de ya pêwîst ewe ku hemû saziyên wan hemû karan bikin û wiha got: "Divê ew wekî laşekê tevigerin. Divê hemû sazî bi hevre tevbigerin û ji cihekê bên birêvebirin. Dive hemû saziyên me berê xwe bidin gel. Divê destpêkê di nava xwe de xwe birêxistin bike piştre berê xwe bide gel û gel birêxistin bike. Divê mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax, gund bi gund hemû cihan birêxistin bike. Me ji bo vê xebat dane destpê kirin. wekî DBP em ê pêşengiya xebatê bikin."

Yuksek, balkişand ser zextên li ser DBP'ê û wiha pêde çû: "Dê ji bo partiya me xebat bidomin, wekî hûn dizanin li ser partiya me zextên mezin hene û ji ber van zextan binçavkirin û girtin tên jiyîn. Ji ber van girtinan di nava partiya me de valahî derket. Ji bo em van valahiyan dabigirin me dest bi kongreyên xwe kirin. Em bawerdikin ku em ê bi vê hemleyê re xwe bigihînin aştiyê."

Yuksek, derbarê helwesta AKP'ê ya Mûsil, Kerkûk û Rojava de jî wiha got: "Hikûmet û Komara Tirkiyeyê li ser Mûsilê gelek diaxivin, di heman demê de li ser Rojava û Sûriyeyê jî diaxivin. Li ser vê Mîsak-i Mîllî anîn rojevê û dibêjin 'Mafê me li ser axa Mûsil û Kerkûkê heye' ev sedsalin di bin wê pirê re gelek av derbas bûn. Ger hûnê li ser Mûsil, Kerkûk û Rojava hesaban bikin hûn mecbûrin bi kurdan re rûnin û îtifaqekê pêk bînin. Ji bilî vê dê hemû hesabên wan ên din negihijin serkeftinê. Ger hûn bi Mîsak-i Mîllî maf dixwazin hûnê fikrê kurdan bipirsin û hûn mecbûrin ku pirsgirêka kurdan çareser bikin. Divê azadiya kurdan qebûl bikin û daxwazên wan jî qebûl bikin. Ger vê bikin dikarin li ser sînorên Mîsak-i Mîllî biaxivin. Heta em dikarin bi hevre jî nîqaş bikin. Lê hesabên AKP'ê dagirkirine ger bi vê hizrê tevbigere dê sernekeve."

(mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR