DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jin

'Divê jin li dijî tecrîdê deng derbixin’

 
26 Ekim
09:05 2016

AGIRÎ (DÎHA) – Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran balê kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û wiha got: “Divê li dijî tecrîdê herî zêde jin deng derbixin.”

Di çarçoveya kampanyaya “Li Rêberê xwe, xaka xwe û azadiya xwe xwedî derdikevim” de ya ku di 5’ê tebaxê de bi pêşengiya Kongreya Jînen Azad (KJA) starta wê hat dayîn, bi çalakiyiên cur be cur li herêma Serhedê didome. Dê di 27’ê cotmehê de li Mûşê, di 31’ê cotmehê li Îdirê hevdîtin pêk bên. Li gel domandina amadekariyên van hevdîtinan, Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîrayet Taşdemîr û Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran têkildarî kampanyayê axivîn.

Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran behsa pêvajoya ku jin ber bi vê kampanyayê ve birin kir û balê kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan. Başaran diyar kir ku, dê herî zêde jin tecrîda li ser Ocalan fêm bikin û wiha got: “Dema me ev kampanya da destpêkirin, me got dê herî jin fêm bikin. Çimkî jinên di nav çar dîwaran de hepsî ne, li derî jiyana siyasî hatine hiştin û hepsî nav sazûmaniya malbatê hatine kirin, ji xwe di bin tecrîdê de ne. Ji ber vê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdûllah Ocalan, divê dengê herî bilind dengê jina be.”

‘Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e’

Başaran got, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan têkildarî polîtîkayên li Rojhilata Navîn e û wiha axivî: “Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdûllah Ocalan bi komploya ku di 1998’an de destpêkir re, di 1999’an de îadeyê Tirkiyeyê hat kirin. Bi vê re, şerê li Rojhilata Navîn heta roja îroyîn didome. Bi taybetî Rêberê Gelê Kurd Ocalan ê ku li dijî pergala netew-dewletê ya tê xwestin li Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê bê avakirin, wek alternatîf netewa demokratîk derxist holê, dixwazin wî li derveyî vê bihêlin.” Başaran dest nîşan kir ku, dê çareseriya gelên Rojhilata Navîn bi azadiya Ocalan pêk bê û wiha got: “Li vê xakê bi rastî jî heke dê çareseriyeke pêk bê, ev jî dê bes bi azadiya Birêz Abdûllah Ocalan pêk bê. Em jin tecrîdê qebûl nakin, em dê lid ijî vê ferasetê têbikoşin.”

‘Bes jin dikarin feraseta AKP’ê hilweşînin’

Başaran diyar kir ku, ji aliyê jinan ve xwedîderktina li kampanyayê girîng e û wiha domand: “EM niha di pêvajoyeke ku li girtîgehan binpêkirina mafan xwe gihandiye asta herî jor de dijîn. Bi taybetî di van pêvajoyan de bi pêşengiya jinê em dikarin li dijî feraseta tekbûyî û îktîdarê têbikoşin. Li Rojava em bi ser ketin. Li Rojavayê jinan çeteyên DAIŞ’ê yên ku hemû cîhan bi wan re têdikoşe lê nikare bi wan, serobino kirin. Em jî îro baweriya xwe bi vê tînin. Heke em jin bibin yekpare, em biakribin îktîdara AKP’ê ya ku feraseta DAIŞ’ê di xwe de dihebîne hilweşînin. Li dijî vê îktîdarê, em diakrin pergaleke azadîxwaz bi hev re ava bikin. Ji ber vê am bang li jinan dikin. Pêşî xwedî li azadiya jinê derbikevin û em dikarin vê pergalê dubare ava bikin.”

Taşdemîr: Dê têkoşîna li dijî tecrîdê bidome

Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîrayet Taşdemîr balê kişand ser kampanyaya bi pêşengiya jinan hatiye destpêkirin û tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û got, ev kampanya polîtîkayên tecrîda li ser Ocalan teşhîr kiriye. Taşdemîr wiha axivî: “Em jin vê baş dizanin. Îktîdara AKP’ê li ser Ocalan ê ku jinên kurd wî wek rêberê xwe dibînin, bi awayekî giran tecrîdekê disepîne. Ev tecrîd ne tecrîdeke nû ye. Ji 1999’aan heta niha 17 sal e didome, her diçe giran û kûrtir dibe. Lê belê em jin ji bo dawî li vê tecrîdê bê, em ê heta dawî têbikoşin.”

'Jin bi kampanyayê sekneke bi îradeyî nîşan dan’

Taşdemîr dest nîşan kir ku, ev pêvajo herî zêde jinan hedef girtiye û wiha got: “Bi kûrbûna polîtîkayên şerî re, herî zêde jin hedef hatin girtin.” Taşdemîr anî ziman ku, li dijî destkeftiyên jinan ên bi saya tevgera azadiyê bi desxistin êrîşeke cidî heye û wiha domand: “Di şexsê jinên polîtîk û pêşeng de, li her qadê êrîşî jinan dikin. Em di nêvengeke ku tehamulî dengên cuda nayê kirin xebatên xwe didomînin. Em li dijî tunekirina û tenêhiştina jinan tên gel hev. Ji ber vê, li dijî hemû êrîş û sepandinên antî demokratîk, jinan vê kampanyayê re sekneke bi îradeyî nîşan dan.”

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR