DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jin

Prof. Dr. Fatma Gok: Divê jinên rojava û Kurdistanê piştgiriyê bidin hev

 
26 Ekim
09:04 2016

STENBOL (DÎHA) - Prof. Dr. Fatma Gok diyar kir ku hikûmet ji pira jinên tevgera kurd û jinên li rojavayê Tirkiyeyê di navbera xwe de ava kirine ditirse û wiha got: "Divê jinên li rojava û Kurdistanê riyekê bibînin û piştgiriyê bidin hev."

Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê bi OHAL'ê re bi biryarnameya KHK'ê îktîdarê qeyûm tayînî şaredariyên DBP'ê kirin. Îktîdarê bi tayînkirina qeyûman re li hemberî vîna gel û jinan darbe pêk anîn, bi taybet qeyûmên tayînî şaredariyan hat kirin saziyên jinan hedef girtin û hemû xebatên jinan ên di şaredariyan de rawestandin. Li dijî darbeya îktîdara AKP'ê carek din girîngiya hevgirtina jinên Kurdistan û Tirkiyeyê derket holê.

Jinên Kurdistan û Tirkiyeyê yên di konferansa "Jin rêveberiyên herêmê nîşaq dikin" de hatin cem hev, di mijara qeyûmên hatine tayînkirin li dijî vîna jinan darbeye xwediyê heman fikranin. Yek ji van jinan jî Prof. Dr. Fatma Gok e. Gok, diyar kir ku hikûmet ji pira jinên tevgera kurd û jinên li rojavayê Tirkiyeyê di navbera xwe de ava kirine ditirse, ji ber wê dibê ev pir bê mezinkirin.

Gok, da zanîn ku tayînkirina qeyûman ne tenê li dijî polîtîkayên şaredariyên kurdan in û wiha got: "Ev qeyûm li dijî saziyên ku alîkariyê didin jinan, jinên ku rastî şîdetê tên diparêzin û ji bo azadiya jinan hatine avakirin darbeyeke. Stratejiya AKP'ê hemû li ser çewisandina tevgera kurd hatiye avakirin. Qeyûmên hatine tayînkirin jî parçeyek ji vê ne. Dixwazin şaredariyên ku ji bo wekheviya zayendî têdikoşin ji holê rakin û bi zîhniyeta zilamê serdest birêve bibin. Lê êdî ev ne mimkûne. Êdî cînê di lambeya Allaadîn de derket. Jinan dît ka azadî çawaye û riyên ku dikarin xwe di polîtîka, aborî û jiyanê de bidin xuyakirin dizanin. Ev jî serdestan ditirsîne."

Gok, bi lêv kir ku di şert û mercên taybet ên niha de avakirina tevgerek jinan a yeketiyê gelek girînge û wiha pêde çû: "Fikirîna me wan ditirsîne lê di rastiyê de yekgirtina tevgera kolanan a jinan wan ditirsîne. Divê em riyên taybet ên ku xwe digihînin jinan keşif bikin. Divê em riya ku kolanan bi taxan re dike yek bibînin. Jinên li Kurdistanê viya dikin. Divê li rojava jî ev bê kirin."
Gok, destnîşan kir ku serdest ji yekgirtina tevgera jinên kurd û jinên li rojavayê Tirkiyeyê gelek ditirsin û wiha axivî: "Divê em jinên li rojava û jinên li Kurdistanê riyekê bibînin û piştgiriyê bidin hevdu. Ger ne wisa be em hemû dê paşde bizivirin. Ji bo em ji vê re bêjin bese divê herdu alî bi hevre tevbigerin."

(mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR