DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jin

Jin di pêşengiya KJA'yê de civîyan

 
25 Ekim
16:31 2016

AMED (DÎHA) - Jin di pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) de bi silogana "Ez li Rêberê xwe Axa xwe û Azadiya xwe xwedî derdekivim" hatin cem hev.

Hevparên KJA'yê yên Amedê di çarçoveya kampanya "Ez li Rêberê xwe Axa xwe û Azadiya xwe xwedî derdikevim" de li Salona Dahwetê ya Aştiyê ya Rezan a Amedê bi jinan re civînê pêk anî. Gelek jin beşdarî civînê bûn. Civinê bi rêzgirtine dest pê kir. Endama KJA'yê Mekiye Ormanci, Gulnaz Karataş (Beritan) bibîr anî û dest bi axaftinê kir. Ormanci, da zanîn ku ji bo li gorî ruh û têkoşîna Berîtan tev bigerin pêdivî bi civîne wisa dîtin.

Ormanci, anî ziman ku di serdema rêveberiya cewherî de hemû derfetên xwe bikar anîn û wiha got: "Dewlet 40 salin cih, war û malên xwe xera dike. Divê li dijî vê yekê têkoşîn mezin bibe. Divê em xeta peqrewaniyê ya Berîtan esas bigirin. Me ev berxwedana wê li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û bajarên din dît. Ciwanên me canê xwe feda kir û qehremaniyek mezin danî holê. Der barê vê yekê de me kampanya da destpêkirin. Azadiya Rêberê me azadiya me tevan e. Azadiya Rêberê me û azadiya axa me ji hev ne serbixwe ne.

'Hişmendiyek yekperest heye

Wekila HDP'ê ya Amedê Sibel Yigitalp jî anî ziman ku jinên kurd û gelê kurd 40 salin têdikoşe û wiha got: "Li hemberî me dijminê ku tu heq û hiqûqê nas nake heye. Hişmendiya yekperest heye. Divê em bêtir li hev xwedî derkevin. Ev kampanya ji bo bilindkirina tekoşînê û xurtkirina rêxistinkirinê ye. Yên li Sûrê di ber xwe dan gotin çi dibe bila bibe dê dawiya wê heybet be. Emê li têkoşîna wan xwedî derkevin.

'Dixwazin gel bêhiş bikin'

Yigitalp, anî zimanku her dem pirsa "Divê em çi bikin" ji xwe dipirsin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Jin salçe çêdikin, xwarinê amade dikin. Ji destê wan çi tê amade dikin. Ji bo axa xwe terk nekin di ber xwe didin. Yên êrîş dikin dixwazin gel bê hiş bihêlin. Wekî jin divê di hemû qadan de em li têkoşîna wan xwedî derkevin. Ji ber ku berxwedan û têkoşîna me baş dizanin ew qas ditirsin û êrîş dikin. "

Jinan di civînê de silogana "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo" berz kir.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR