DİHA - Dicle Haber Ajansı

Çand û Huner

Şanoya li kolanên azad

 
25 Ekim
11:14 2016

SADIYE ESER

STENBOL (DÎHA)
- BEKSAV, bi şîara “Lîstik li kolanan, azadî li kolanan dê di navbera 27-30’yê cotmehê de Mîhrîcana Şanoya Kolanan a Stenbolê pêk bîne. Koordînatorê BEKSAV’ê Şahîn Tumuklu bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin mîhrîcana wan û ger lîstikên wan hebin dikarin bên bilîzin.

Di bin koordînetiya Weqfa Lêkolîn Huner Çand Estetîk Perwerde û Zanistê (BEKSAV) dê 14 komên şanoyê mîhrîcana kolanê ya Stenbolê li dar bixin. Mîhrîcana ku bi şîara “Lîstik li kolanan e, azadî li kolanan e” di dîroka 27-30’ê cotmehê de li gelek navçeyên Stenbolê bi temeşevanan re bê gel hev. Koordînatorê mîhrîcanê Şahîn Tumuklu der barê mîhrîcanê de axivî.
Tumuklu diyar kir ku ew piştî navberekî dirêj li Stenbolê mîhrîcana kolanan li dar dixin û wiha got: “Kapîtalîzm di vê serdema şer de, kesên ku ji dewlet, komên sermayeger û pere piştgiriyê negirin şens nadin wan. Şanogerî jî di vê cendereyê de hatiye hepskirin. Armanca me jî ew e ku vê yekê xira bikin û peyema şanogeriyê bigihîjînin her kesî. Kolanan azadiyê îfade dikin. Di demek ku li kolanan şer heye, kuştin pêk tên de li kolanan lîstikên şanogeriyê pêk anîn ji bo me gelek girîng e.”

Tumunku desnîşan kir ku OHAL’ê bandorê li ser hûnerê jî kiriye û herî dawî ev tişt got: “Di dema OHAL’ê de faşîzim êdî bûye wekî rûtîn. Ji ber wê jî me xebatekî ku li kolanan pêk bê armanc kir. Divê her kes piştgiriyê bide lîstika me, yên ku lîstikên wan jî hebin dikarin bên bilîzin.” STENBOL

(go/mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR