DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jin

Bi perwerdehiya tenduristiya jinan tabûyan dişkînin

 
25 Ekim
10:34 2016

AMED (DİHA) - Navenda Jinê ya Jinwar li bajar û gundên bejayî yên Amedê li ser mafê zayendî, zayîn, serdema kamilbûnê û mijarên mafên jinê perwerdehiya tenduristiyê dide jinan û tabûyê dişkîne.

Navenda Jinê ya Jinwar ya li navçeya Çinara Amedê xizmeta tenduristiyê dide jinan, li ser maf û tenduristiya jinan li tax û gundan bi jinan re civînan lidar dixe. Der barê maf û tenduristiya jinan de civînên perwerdehiyê pêk tîne. Bi taybetî li ser mijarên zewaca di temenê zarokantiyê de, zayenda civakî, îstîsmara zarokan, serwextbûnê bi komên girtî û vekirî re civînên perwerdehiyê pêk tîne. Di pêşengiya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û DİKASUM'ê de xebatkarên Navenda Jinê ya Jinwar li tax û gundan civînan pêk tîne û jinan perwerde û zane dikin. Xebatkara Navenda Jinê ya Jinwar Remziye Duran, diyar kir ku gund bi gund digerin û bi jinan re civînan pêk tînin. Duran, anî ziman ku wan di destpêkê de bi komek biçûk civîn pêk anî û hefteyê 2 rojan ango 4 saetan bi 15 jinan re li ser mafê zayîn, kamîlbûn û mafên tenduristiya jinê perwerde dîtin. Duran, destnîşan kir ku piştî perwerdehiya 14 rojan sertîfikaya tenduristiyê dan jinan û bi vê komê re dest bi xebatên tax û gundan kirin.

Duran, anî ziman ku piştî perwerdehiya koma biçûk qediya di destpêka meha cotmehê de komên nû ava kirin û li gund û taxan digerinû bi jinan re civînan pêk tînin û li ser mafên wan ê tenduristiyê û zayendî perwerde dikin. Duran, da zanîn ku mafê jinê yê tenduristiyê divê baş bê zanîn û jin hem di milê beden û hem jî di milê zihnî de xwedî tenduristi bin.

Duran, anî ziman ku ew dixwazin ji pirsgirêkên jinan ên tenduristi, zayendî û civakî re bibin bersîv û xwe bigînin hemû jinan.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR