DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jin

'Divê her jin bi karê xwe li dijî zihniyeta mêr şer bike'

 
25 Ekim
09:09 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Jinên ciwan ên Cizîrê bi keda destê xwe hem debara malbatên xwe dikin, hem jî li dijî feraseta desthilatdar şer dikin.

Li navçeya Cizîra Şirnexê jinên ciwan yên ku bi derfetên xwe kargeha dirûtinê vekîrîn, ev 2 sal in li Taxa Cûdiyê dixebitin. Jinên ciwan yên bi navê Elîf Deyer û Fatma Ekîncî piştî ku salekê çûn qursên dirûnê ji xwe re dirûtinê vekirin. Her du jin li qursê hev naskirine û 6 sal in jî li cihên cuda karê dirûnê dikin. Her du jinên ciwan bi pereyê bi dest dixin jî debarê malbatên xwe dikin. Jinan da zanîn ku, wan heta karê xwe bi dest xistiye, gelek zehmetî jiyane.

'Di sal in 90'î de dewletê gundê me şewitand'

Jina ciwan a bi navê Elîf Deyer (22) got ku, di salen 90'î de gundê wan ê Biligê yê girêdayî Şirnexê ji aliye dewletê ve hatiye şewitandin û pişt re malbata wê koçî Cizîrê kiriye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji ber ku malbata min xizan bû, ez neçûm dibistanê. Lê min tu carî jî nexwest perwerdeya pergala dewletê bixwînim. Ji bo ku ez xwe hînê karekî bikim, ez çûm qûrsa dirûnê. Ez di demek kin de fêrî karê dirûnê bûm. Wek jinek ciwan niha min azadiya aborî bi dest xistiye."

'6 sal in karê dirûnê dikim'

Deyer bi lêv kir ku ev 6 sal in karê dirûnê dike û wiha domand: "Min 6 salan li kargehên cuda karê dirûnê kir. Ev 2 sal e jî min û heval xwe kargeha dirûnê vekir. Di vekirina vê kargehê de jî piştgiriya herî mezin malabata min da. Zêde karekî dirûnê tune, lê mirov bi destê xwe dema pere qezenc dike gelek baş e. Ez bi karê xwe jî gelek kêfxweş im. Em tenê karê jinan dikin. Cihêzên bûkan, cihêza bebeka, rûdoşekan, rûyê maseyan û cilê jinan çêdikin."

'Jin êdî desthilatdariyê qebûl nake'

Deyer balê kişand ser desthilatdariya mêr a li dijî jinê û wiha aixvî: "Mêr her tim dixwaze jin kole be û wek koleyan bijî. Ji ber vê yekê jî mêr naxwaze jin kar bike. Lê mixabin li Kurdistanê û Tirkiyeyê desthilatdariya dewlet li ser gel dimeşîne mêr jî heman desthilatdariyê li ser jinê dimeşîne. Lê îro dema mirov dinêre jin êdî desthilatdariya mêr qebûl nake û li dijî zehmetiyên jiyanê li ber xwe dide."

'Hêzên dewletê qumaşên kargeha me şewitandin'

Deyer dest nîşan kir ku, hêzên dewletê di dema "qedexeya derketina kolana" de derî û şibakên kargeha wan şikanadine û axaftina xwe wiha domand: "Dewleta tirk li Cizîrê her roj qetlîam pek dianîn. Li gel qetlîaman jî hêzên dewletê kargehên gel talan kirin. Hêzên dewletê di qedexeyê de gelek qumaşê kargehê şewitandin. Esnafên Cizîrê gelek xisirî û mexdûr bûn. Em jî yek ji wan esnafan bûn, lê em dibêjin ku tu caran em xwe nadin destê zilimkaran. Em ê heta dawiyê jî xizmeta gelê xwe bikin."

'Jin bi hêz e'

Deyer anî ziman ku, jina kurd bi hêz e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jinên kurd dikarin her karî bikin. Ji ber ku jina kurd bi hêza xwe deng daye cîhanê. Ji ber vê yekê jî, divê hemû jin li dijî desthilatdariya mêr têbikoşin û li her qadê hêza xwe nîşan bidin."

'Min di 14 saliya xwe de dest bi karê dirûnê kir'

Jina ciwan a bi navê Fatma Ekîncî (24) jî da zanîn ku, ew bi karê dirûnê gelek kêfxweş e û wiha axivî: "Min di 14 saliya xwe de dest bi karê dirûnê kir û ez çûm qursên dirûnê. Ez gelek kêfxweş im ku tu caran destê xwe li ber bav û birayên xwe venakim. Ev 2 sal in bi karê dirûnê jî pêdiviyên dibistanê yên xwîşk û birayên xwe bi cih tînim. Pereyê ez kar dikim jî didim malbata xwe. Ez bi vê yekê jî gelek kêfxweş im."

'Divê her jinek azadiya xwe ya aborî bi dest bixe'

Ekîncî bal kişand ser malbatan û karê jinê û wiha axaftina xwe domand: "Gelek malbat hene ku destûr nadin keçên wan bixebitin. Divê êdî jinên ciwan bertek nîşanê helwesta malbatên xwe bidin û azadiya xwe ya aborî bi dest bixin. Gelek bikirên me hene ku di malên xwe de destlandik, gore, kefî çêdikin û bi 10 TL’yî difiroşin me. Em jî bi wan destlandikan dirûnê dikin û bi 30 TL’yî difiroşin. Gel jî eleqeyek mezin nîşanê karê dirûnê dide."

'Pewîst e her jinek li hemberî zihniyeta mêr şer bike'

Ekîncî herî dawî got ku jinên ciwan dikarin biçin qursan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Jinên ciwan ên ku dibistan nexwînin dikarin biçin qursên wek dirûn û hunera destan. Piştî fêrî kar jî bûn ji bo xizmeta gelê xwe dikarin li her derî kargehan vekin. Pewîst e her jinek li hemberî zihniyeta mêr bikarkirinê şer bike."

(kom/no/red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR