DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ekolojî

Ji Çemê Seyhanê çop diherike!

 
25 Ekim
09:08 2016

EDENE (DÎHA) –Her du qerexên Çemê Seyhanê ji ber çop û molozên hatine rijandin, veguheriye çopgehê. Endamê Komleya Ekolojiyê Yaşar Gokoglû yê li dijî qirêjkirina çem bertek nîşan de, bangî rayedaran kir da peywira xwe bi cih bînin.

Hawirdora Çemê Seyhanê ji ber rijandina çop û molozan xalî nabe. Çemê Seyhanê yê li başûrê Pira Regulatorî ya li Taxa Şehît Dûrana Seyhanê dikeve bi dîmenên xwe yî xwezayî balê dikşîne. Lê belê li vê qada xwezayî her du qeraxên çemî ji ber çop û molozên avêtî, çem qirêj bûye. Seranserê qeraxên çemî veguheriye çopgehê. Hat dîtin ku, ji Pira Regulatorî hinekî wirdetir DSÎ û şaredarî paqijiya hawirdorê û çemî dikin, lê hêla wê yî li aliyê din ê pirê dikeve ji çop û gemarê xalî nabe.

'Bila hawirdora çemî bê paqijkirin’

Ji niştecihên taxê Ahmet Kava got, ew dixwazin hawirdora çemî bê paqijkirin û dîmena wê yî xwezayî bê parastin. Kava wiha axivî: “Em dixwazin hawirdora çemî bê paqjkirin. Li seranserê qeraxên çemî çop û molozan tê rijandin. Ji xwe ev qad bûne, cihwarê tiryakkêşan. Em dixwazin açreyek jê re bê dîtin.”

'Piştî pirê çem bêxwedî ye’

Endamê Komleya Ekolojiyê ya Edenyê Yaşar Gokoglû li dijî vê bertekên xwe nîşan da û wiha got: “Ev rewş şerme hevpar a Gerînendetiya Herêma 6’emîn a DSÎ û şaredariyên Seyhan û Yuregîrê ye.” Gokoglû ragihand ku, qada ku heta digihêje behrê aîdî DSÎ’yê ye û wiha axivî: “Di nav bajêr de bajêr derbas dibe; ev ji bo bajerekî siûd e. Li cîhanê û welatê me ev diûd li tu deverî tune ye. Lê belê, li Edeneyê qada piştî Pira Regulatorî, Çemê Seyhanê bêxwedî hatiye hiştin. Tu rayedar bi vê mijarê re eleqedar anbe.”

'Em bang li rayedaran dikin’

Gokoglû raihand ku, ji ber vê li rihetiya welatiyan tê çop û molozên xwe dirijînin hawirdora çem û wiha got: “Rijandina çop û molozan qedexe ye. Bedêla binpêkirina qedexeyê, mueyîdeya cezayî ye. Em bang li rayedarên DSÎ, şaredariyên Seyhan û Yuregîrê dikin, da peywira xwe bi cih bînin.”

(red)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR