DİHA - Dicle Haber Ajansı

Polîtîka

Di bin guherîna polîtîkaya derve ya têkildarî Rûsya û Sûriyeyê de enerjî heye

 
25 Ekim
09:07 2016

MÊRSÎN (DÎHA) –Hîndekara Beşa Rêveberiya Cemaweriyê ya Zanîngeha Mêrsînê Esra Erguzeloglû anî ziman ku, Tirkiye ji ber polîtîkayên enerjiyê polîtîkayên xwe yî derve guhertine û dest nîşan kir ku, dê di navenda peymanên enerjiyê de Îskenderûn, Edene û Mêrsîn hebin.

Tirkiye bi hinceta qada wê yî hewayî îhlal kiriye, di 24’ê mijdara 2015’an de balafira şerî ya Rûsyayê ya SÛ-24 bi balafirên tirk ên F-16’an li sînorê Sûriyeyê xistibû erdê û ev di navbera Tirkiye û Rûsyayê de veguherîbû qeyranekê. Ev qeyran bi tawîzdayînên aborî û siyasî yên Tirkiyeyê, bi dawî bûbû. Piştî Serokomar Erdoganî ‘nameya lêborînê” ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re şand têkiliyên di navbera her du dewletan de hinekî sererast bûn. Her wiha têkidlarî vê di 10’ê cotmehê de li Stenbolê 23’yemîn Kongreya Enerjiyê ya Cîhanê hatibû lidarxistin û di vê kongreyê de piştî Erdogan û Pûtîn hevdîtin pêk anîn, di navbera her du dewletan de peymana “Pêşnûmaya Bizava Tirkî” hatibû îmzekirin.

Hîn kongre dewam dikir, rûşweteke din ji bo Rûsyayê hat dayîn. Di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê de, ji bo plana hawirdorê dubare cih dan pêşnûmaya Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê. Bi vê biryara ku di wesfê tesdîqkirina Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê de ye, diyar dibe ku dê lezê bidin hin pêşnûmayên wek HES û santralên termîk ên ku ji kendava Îskenderûnê heta seranserê xeta Behra Spî dirêj dibin.

Li gor Hîndekara Beşa Rêveberiya Cemaweriyê ya Zanîngeha Mêrsînê Esra Erguzeloglû Kîlîmê jî, ev pêşnûmayên wek HES û santralên termîk tên wateya felakteke ekolojîk.

‘Di bin guherîna polîtîkaya derve de polîtîkayên enerjiyê hene’

Kîlîm dest nîşan kir ku, ew veberhênaniyên enerjiyê yên tên plankirin têkildarî polîtîkayên Rojhilata Navîn in û anî ziman ku, yek ji sedemên ku Tirkiye têkiliyên xwe bi Rûsya û Sûriyeyê re sererast dike jî, vê xeta enerjiyê ye. Klîm wiha got: “Ev xet bajarekî lîmanî ye û santralên nukleerî yên avakirina wan tên plankirin û têkildarî vê HES û santralên termîk, nîşan didin ku dê li herêmê korîdoreke enerjiyê ya çawa ava bikin.”

'Ji polîtîkayên enerjiyê yên Rojhilata Navîn ne serbixwe ne’

Kîlîm got, di serî de li Sûrî û Iraqê û bi giştî li hermû Rojhilata Navîn sedema vê rageşiyê polîtîkayên enerjiyê ne û dest nîşan kir ku, di serdemên pêş de Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê û navenda lîmanên wek Mêrsîn û Îskenderûnê dê ev nîqaşan gurtir bikin. Kîlîm anî ziman ku, îktîdarên berê mezinbûneke têkildarî pêşveçûyînê ji xwe re dikirin hedef û ev hedef jî li hin herêman dihat belavkirin û dixwestin bi awayekî hevsengî pêk bînin.

Kîlîm wiha domand:

"Ev demek dirêj e, em bi mantiqa bajarên ku bi pêşnûmayên stratejîk dikevin pêşbirkê tên birêvebirin. Her bajar ji bo bazariya xwe bike, mecbûr e kapasîteya xwe yî veberhênaniyê zêde bike. Vê jî wek ‘Jêderkeke me yî çawa heye’ dikin katalog û berpêşî piyaseyê dikin. Mêrsîn jî ne li dervayî vana ye.”

'Navenda peymanên enerjiyê Îskenderûn, Edene û Mêrsîn e’

Kîlîm dest nîşan kir ku, piştî AKP bû îktîdar karê wê yî ewil ew bû ku, wan pêşnûmayên santrala nukleerî yên hatibûn pasîfkirin aktîf bike û got, her çiqas dixwazin navê Tirkiyeyê di lîsteya ‘welatên enerjiya nukleerî hildiberînin’ binivîsînin jî, lê dê pîsîtiya berên wek petrol, gaza xwezayî, elektrîk û yên wek wan li Tirkiyeyê bê hiştin.

Li gor Kîlîmê, dê ev pêşnûmyên veberhênaniya enerjiyê bes bi van pêşnûmayan neyê sînorkirin. Kîlîm diyar kir ku, bi hatina Pûtîn re, dê li Tirkiyeyê hîn bêtir veberhênaniyên erjiyeke kirêt pêk bên û got, li gor pêşbîniya wê dê di serdemên pêş de banga karsaziyên kûreyî bê kirin.

Kîlîm bi bîr xist ku, halî hazir li Edene-Yûmûrtalikê pêşnûmayên santarla termîk ên hatine sepandin hene û dest nîşan kir ku, bi texmîneke mezin dê navenda peymanên enerjiyê Îskenderûn, Edene û Mêrsîn be.

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR