DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jin

Tenê hinekî wêrekî

 
25 Ekim
09:04 2016

WAN (DÎHA) – Hatîce Kûrt a ku li Wanê dijî, li gel bertekên esnafên mêr ên li taxa xwe jî, bi piştevaniya jinan bi saya dezgeha karên destî hemû mesrefa zarokên xwe bi tena serê xwe bi cih tîne.

Hatîce Kûrt (50) a ku li Taxa Xaçortê ya Rêya Armûşê ya Wanê dijî, li gel bertekên esnafên mêrî yên li taxê bi piştevaniya jina bi saya dezgehê xwe yî karên destî hemû mesrefên 5 zarokên xwe bi cih tîne. Kûrt a ku beriya çend salan ji dayika xwe fêrî motîfan bû û niha ew bi xwe çêdike, ji bo karên xwe yî destî yên bi piranî bi rengên kesk, sor û zer hatine nexşkiin bifiroşe, heftê 3 rojan li taxê desgehê xwe vedike û heftê 4 rojan jî li malê motîfên xwe çêdike.

Hemû mesrefên zarokên xwe bi cih tîne

Kurt diyar dike ku, li gel bertekên neyînî yên esnafên mêr jî, bi wî pereyê ku bi keda destê xwe qezenc dike hemû mesrefên 5 zarokên xwe bi cih tîne û got, wê 20 sal berê bi sîxikê dest bi nexşkirina motîfan kiriye. Kûrt a ku bi piştevanî û bertekên neyînî yên jinan 3 sal berê pêşî qulûbeyekê û dawiyê jî li bazarê dezgehekî vedike wiha got: “Berê min ev kar li malê dikir, min bi sedan eşyayên xemilkirî çêdikir. Berê wisa bi rihetî benik nedihatin dîtin, benikê ku ji mûyê bizinan dihat çêkirin hebûn. Niha ez perçeyên xalîçeyên biçûk, gorên zivistanê, patîk û şaran çêdikim. Jinên taxê hemû ji cem min danûstandinê dikin.”

Pêdiviya min bi kesî tune ye

Kûrt vegot ku, li gel hemû bertekên mêrên li taxê jî, wê wêerekiya xwe ji jinên taxê girtiye û wiha axivî: “Ji bo vekirina vê abzaê jinên cînar ev wêrekî li min peyda kirin. Berê hinekî diqilqilîm, tabî mirov nizane dê çi bibe, lê her ku min pere qezenc kir û bertekên neyînî hatin dayîn, min bêtir xwe bi ser karê xwe ve hêl kir û ev 3 sal e ez li vir im. Niha pêdiviya min bi kesî tune ye, heta carinan ez pereyan didim hevjînê xwe jî.”

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR