DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jîngeha Kedê

'Bi OHAL’ê re herî kêm 513 kaker jiyana xwe ji dest dan’

 
25 Ekim
09:02 2016

STENBOL (DÎHA) – Nûnerê ÎSÎG’ê Mûrat Çakir diyar kir ku, piştî îlankirina OHAL’ê heta niha herî kêm 513 karker di encama cinayetên karî de jiyana xwe ji dest dane û dest nîşan kir ku, dê bi Pergala Emekdariya Şexsî û sererastkirinên zagonên Karkeriya Bikirê ku berhemên OHAL’ê ne, cinayetên karî zêde bibin.

Piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê bi îlankirina OHAL’ê re, li her qadên jiyanê binpêkirinên mafan didomin. Ji OHAL’a ku bandorê li 7’an heta 70’ê saliyan dike, karkeran jî nesîbê xwe jê girt. Li gor rapora Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewleyiya Karî (ÎSÎG), piştî îlankirina OHAL’ê herî kêm 513 karker di encama cinayetên karî de jiyana xwe ji dest dane.

Nûnerê ÎSÎG’ê Mûrat Çakir dest nîşan kir ku, bi OHAL’ê re li her qadên jiyanê pêkûtî zêde bûne û got, bi OHAL’ê re ew di warê lêkolîna cinayetên karkerî de tengasiyan dijîn. Çakir sedema van tengasiyan jî, wek girtin û rawestandina gelek organên çapemeniyê, li kuçeyan mudaxileyên li dijî lêgerîna mafan û rewşên kêfî yên kardêran rave kir.

'Di pêvajoya OHAL’ê de 513 karker jiyana xwe ji dest dan’

Çakir dest nîşan kir ku, di serdema OHAL’ê de bi awayekî giştî hejmara cinayetên karî jî zêde bûne û bi bî xist ku, di 9 mehên ewil ên 2016’an de hezar û 421, di 9 mehên ewil ên sala çûyî de jî hezar û 319 kar ker di encama cinayetên karî de jiyana xwe ji dest dane û got, di pêvajoya OHAL’ê de jî 513 karkerî jiyana xwe ji dest daye. Çakir wiha axivî: “Dema me ev hejmar dinivîsand de, me 17 karkerên şaredariyê yên di şeva hewldana derbeyê de jiyana xwe ji dest dan nehesiband û me cih neda karmendên ku bi hinceta operasyonên ‘FETO’yî de xwe întihar kirin. Çimkî divê ev di raporên cuda de cih bigirin. Têkildarî vê, em an jî hin saziyên dên dibe ku em di pêşerojê de xebatên hevpar bikin.”

'Dê karkerê bikirê cinayetên karî zêde bikin’

Çakir balê kişand ser Pergala Emekdariya Şexsî (BES) û zagonên sererstkirina Karkeriya Bikirê û got, ev dê di wadeyeke dirêj de cinayetên karî zêde bikin. Çakir da zanîn ku, Karkeriya Bikirê pergaleke xebatê ya vezelokî û derweleyî ye û dê ev rê li ber cinayetên karî vebike. Çakir wiha domand: “Heke em ji Aksarayê mînakekê bidin; karkerek serê sibê li Cerahpaşayê bixebite, piştî nîvro jî dê li Çapayê jî bê xebitandin. Dê nediyar be ku karê karker çî ye û dê di tu akrî de nebe pispor. Karî wî tune be jî, dê di her karî de bê xebitandin û ev jî bi awayekî aşkere rê li ber cinayetên karî vedike.” Çakir got, Peregala Emekdariya Şexsî jî, bi taybetî dê li ber ewleyiya civakî bibe asteng û wiha axivî: “Mirov prîmê xwe temam dikin jî lê teqawîd nabin, li bernda temambûna temenê xwe disekinin an jî temenê wî temam e lê prîmî wî ne temam in. Ji ber vê mirovên 60-65-70 salî di sektorên zor ên wek înşaatê de dixebitin. Bifikirin mirovekî 65 salî li înşaatê dixebite. Cinayetên karî her îro zêde ne, lê dê bi vê zagonê re zêdetir bibin.”

'Dê bi rêxistinbûyîna sendîkal cinayetên karî kêm bibin’

Çakir diyar kir ku, bi rêxistinbûyîna karkeran rê dikare li ber cinayetên karî bê girtin an jî kêm bibin. Çakir anî ziman ku, li deverên ku sendîka bi rêxistinin cinayetên karî jî hindikin û wiha axivî: “Li sektora înşaatê hema bêje kesekî sendîkayî tune ye. 2 sendîkayên me hene. Sendîkaya Yol-Îş’ê heye. Ew jî bi piranî li rêyên bejahiyê bi rêxistine. Li deverên ku mirina karkeran hebe Sendîkaya Înşaatê û Sendîkaya Yapi ÎŞ’ê heye.” Çakir balê kişand şantiyea Emaarê ya ku li Goztepeya Kadikoyê ye û berê cinayetên karî lê pêk hatine û wiha got: “Dema sendîka li vir xwe birêxistin kir û li înşaatê venêrîn kirin, êdî qezayên kar û cinayetên karî pêk nehatin.”

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR