DİHA - Dicle Haber Ajansı

Polîtîka

Tuncel waliyê Dersimê hişyar kir

 
24 Ekim
17:34 2016

DERSIM (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, esnafên Dersimê ziyaret kir û waliyê ku gef li esnafan xwar hişyar kir. Tuncel, anî ziman ku girtina deriyê derabeyan, mafê herî demokratîk ê esnafan e.

Li Dersimê piştî di êrişa hewayî de 14 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan, esnafên Dersimê derabeyên dikanên xwe girtin û neçûn ser kar. Piştî vê çalakiyê polîsan li ser fermana walîtiyê gelek esnaf binçavkirin û gef li esnafan xwar da ku bi zorê dikanên xwe vekin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sabahat Tuncel, parlamenterên HDP'ê, Berdan Ozturk, Ayşe Acar Başaran, Alican Onlu, endamên meclîsa DBP û Hevşaredarê Perî li ber avahiya Şaredariya Dersimê daxuyanî dan. Li vir Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tuncel, diyar kir ku bertek û çalakiyên demokratîk mafê herî rewa yê mirovan e û wiha got: "Van welatiyan ku li dijî şer bertekên xwe anîn ziman rastî tundî û textan tên. Bi şev operasyon pêk anîn û bi roj bi telefonê dawetî midûriyeta polîsan kirin. Hevserokê HDP û DBP'e yên bajar jî di navde 9 ji ber neçûn îfadeyê hatin binçavkirin. Divê ev hevalên me bi lezgîn serbest bên berdan. Her ku rê li pêş qada siyaseta demokratîk bê girtin, dê rê li pêş şer vebe. Vekirina qada şer û tundiyê vekirina rêya kuştin û mirinê ye. Rêya zilm û zordariyêye. Niha endam û rêveberên DBP'ê bi êrîş û tundiyan re rû bi rû ne. Tenê di salek dawî de 2 hezar û 500 endam û rêveberên DBP'ê hatin girtin. 2 hezar û 600 hevalên me hatin girtin. Li gel vê yekê em di siyaseta demokratîk de israr dikin. Bertekên esnafan ên bi vî rengî mafê wan ê herî demokratîkr e.

Nûnerê hikûmeta navendî yê niha gel dike hedef. Xwe dixe şûna midûrê polîsan û fermandariya operasyonên leşkerî dike. Em walî hişyar dikin û em dibêjin kes nikare vî mafê me yê demokratik ji destê me bigire. Ev mafê me yê demokratîk e. Em carek din walî hişyar dikin û dixwazin dest ji van polîtîkayan berdin. Em dibêjin bila werin li gel guhdar bikin. Li şûna tu bang li esnafan dike tu biçe li esnafan û gel guhdar bike. Tê fam bike ku gel şer dixwake. Gel operasyonan naxwaze. Niha gel berpirsiyariya xwe pêk nîne. Tuncel û heyetê piştî daxuyaniyê esnaf ziyaret kir. Esnafan diyar kir ku ew fêrî van pêkanînan bûne û dewlet nikare bi van pêkanînan wan bêzar bike.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR