DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jin

Jinên zanîngehê di atolyeya jineolojiyê de tên cem hev

 
24 Ekim
11:13 2016

MELTEM OKTAY

AMED (DÎHA)
- Li Akademiya Jinê ya Amedê zêdetirî 20 xwendekarên jin ên zanîngehê di atolyeya jineolojiyê de tên cem hev û dîroka esasî ya jinê lêkolîn dikin.

Xwendekarên jin ên zanîngehê di xebatên atolyeya jineolojiyê ya Amademiya Jinê ya Amedê de tên cem hev û zanista jinê lêkolîn dikin. Xebatên atolyeyê di meha tîrmehê de bi 5 kesan dest pê kir niha zêdetirî 20 xwendekar her hefte rojên yekşekê tên cem hev. Jinên ku perwerdehiya zanîngehan kêm dibînin li vir li ser dîroka jinê û zanista jinê nîqaşan pêş dixin têgeha jinê ya s^sitemê serobino dikin. Jinên ku li vir lêkolîn û nîqaşan dikin ji pirtûka "Destpêka Jineolojiyê" sude werdigirin.

Xwendekara Fakulteya Hiqûqê Mehtap Işik a 22 salî diyar kir ku wan baş fêk kiriye ku jin ji çanda xwedevendiyê çawa anîne ber koletiyê û wiha berdewam kir: "Jin di nava jiyanê de ye. Di destpêka dîrokê de jin hebûn, Dîroke esasî ya jinê ev e. Jinan di dîrokê de jî îro jî xwe îspat kirine." Işik destnîşan kir ku di xebatên atolyeyê de polîtîkayên ku sîstem li ser jinê ferz dike nîqaş dikin.

'Sîstem cih nade jinan'

Xwendekara bi navê Gulperî Şîmşek a 20 salî ya di Fakulteya Bijîşkiya Diran de dixwîne jî anî ziman ku ji dest pêkê heta niha tevli xebatên atolyeyê dibe û wiha got: "Em li vir bi nêrîna jinê dîrokê, roja me û jiyanê dinirxînin. Me bi vî xebata atolyeyê ve fêm kir ku dîrok ji me re şaş hatiye gotin. Di jiyanê de cihê jinê nehatiye hiştin. Em careke din vedigerin destpêka dîrokê, civaka xwezayî. Di perwerdehiya sîstemê de çend jin nikarin bên cem hev û nîqaş bikin. Sîstem qet cih nade jinan. Nahêle jin binirxîne, dema ku tu li dibistanê nîqaş bikî di polê de dimîni. Lê li vir em enerjiyekî cuda digirin. Ji 20'î zêdetir jin bi nîqaşên xwe ve enerjiyekî cuda dide mirov, hêze dide, xwebaweriyê dide."

Xwendeka beşa matematîkê Nazdar Gokçe ya 20 salî jî diyar kir ku ji tîrmehê heta niha tevlî xebatan dibe û modela jinê ya ku s^sitem ferz dike derbas dikin û hewl didin xwe bigihînin cewherê jinê. Gokçe wiha axivî: "Jin çi ye lê çi hînî me dikin? Em çawa hatin roja îro? Li vir em di civakê de, di malbatê de, di qada kar de jinê nîqaş dikin. Li ser her qadê nîqaş tên kirin. Tiştên ku bi ferzkirina sîstemê hînî me hatiye kirin hene. Bi taybetî li zanîngehan jineke ku tê xwestin girtî ye bê afirandin. Em ne vê dixwazin dîroka jinê hîn bibin. Ji bo vê jî ez atolyeya jineolojiyê tercîh dikim."

(ra/sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR