DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jin

'Têkoşîna me ya li dijî aqlê ku Tirkiyeyê bi rêve dibe dê bidome'

 
24 Ekim
09:36 2016

AGIRÎ (DÎHA) - Ayla Akat Ata, diyar kir ku ew ê kampanyaya "Ez xwedî li rêberê xwe, axa xwe û azadiya xwe derdikevim" bi biryarî bidomînin, têkoşîna wan a li dijî aqilê ku Tirkiyeyê bi rêve dibe berdewam bike.

Bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) kampanyaya "Ez xwedî li rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdekivim" a ku di 5'ê tebaxê de hat dayîn didome. Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata têkîldarî xebatên ku li Serhedê tên kirin de dirxandin kir. Ata anî ziman ku piştî ku starta kampanyayê hat dayîn heta niha xebatên wan bi bîryarî didome, ew ê li metrolên Tirkiyeyê jî bi jinan re bên cem hev.

Ata diyar kir ku ew ew li ser esasê paradîgmeya demokratik, ekolojîk û azadiya jinê înşaya jiyanê pêk tînin û wiha axivî: "Têkoşîna azadiya jinan, berxwedan û îradeya wan a şoreşgerî, li dijî ferasata dagirkeriyê dê dengê xwe bilind bikin û bibin parçeyekî xebatên înşayê."

'Daxwaza me ya dest pêkê azadiya Ocalan e'

Ata anî ziman ku daxwaza yekem a kampanyayê azadiya Ocalan e û wiha berdewam kir: "Ji nîsana 2015'an heta niha ji Rêberê Gelê Kurd Ocalan agahî nayê wergirtin. Beriya cejna qurbanê greva birçîbûnê ya hate destpêkirin, bihistiyariya ku derket holê hişt ku hikûmet bi malbatê re hevdîtinê bide kirin lê ev nehiqûqê ji holê ranake. Jinên kurd êrî di noqteya parçekirina sîstemê de, di teşhîrkirina afrînerên sîstemê de heedf danîne pêşiya xwe."

Jinên Tirkiyeyê û Kurdistanê dê bi hevre têbikoşin

Ata bi bîr xist ku AKP'ê di çare çareserkirina pirsgirêka kurd de gavên ku divê bên avêtin rawestandiye û iwha berdewam kir: "Jinên kurd şopdarên mutabaqata ku li Dolmabahçeyê derket holê ne. Ji bo ku gav bên avêtin dê bidin zorê. Aqilê ku Tirkiyeyê bi rêve dibe çi be li dijî vî aqilî dê Jinên Tirkiyeyê KUrdistanê bi hevre têbikoşin."

Ata anî ziman ku OHAL nikare bi jinan paşve gav bide avêtin ew ê ligel hemû astengiyan li kolanan bin.


Ata herî dawî banga têkoşînê li jinan kir û wiha got: "Jin dînamîke vî pêvajoyê ne û hêza herî girîng in. Binçavkirin, girtin heta qetlîam me dît lê em bêzar nebûn. Îro şunde jî dibe ku be bikin hedef lê ev aşekara ye ku pêşerojekî azad, siberojên azad li benda me ne. Ji bo mîrateya ku me dewr girtiye em ê dest bidin hev û mil bi mil bi hevre bimeşin."

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR