DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jin

Têgeha 'karê zilam e' bi neqşên xwe ve pûç dike

 
24 Ekim
09:09 2016

ANTALYA (DÎHA) - Hîvda Guler Talay bi sifirkarî ya ku wekî karê zilaman tê zanîn ve li aliyekî teşe dide sifirê li aliyê din jî têgeha sifr karê zilaman e pûç dike.

Sifirkarî ya karekî sedan salan e wekî karê zilaman tê zanîn lê Hîvda Guler Talay vî têgehê li dikana xwe ya Sûka Sifirkeran a Antalyayê vekiriye pûç dike. Talay anî ziman ku karê zilm an jî jinê cudahî tuneye, her tişt bi daxwaz û têkoşînê tê kirin. Talay destnîşan kir ku berê ev kar li malê kiriye piştre jî dikan vekiriye. Talay got ku dema ku nû destpêkiriye li sûkê tenê zilam hebûne û ev kar ji hostayên zilam hîn bûye.

Tulay got ku bi hezkirinekî vî karî dike û her tişt bi meraqê tê hîn û wiha berdewam kir: "Ez sifirê li gorî nifşê nî hewl didim çêkim. Bİ awayekî biçe xweşiya wan çêdikim. Wekî pîşe lê nanêrim. Ji ber ku hez dikim. bi vî rengî lê dinêrim. Beriya ku dikana xwe vekim min dixwest neqşên sifirê bibînim lê min nedidît. Niha ber destê min e û çawa dixwazin wisa teşe didim."

Talay got ku dema jin dest davêjin karekî li wir mirov bêhtir mereq dikin, dema ku karê xwe dike gelek kes tên û bala wan dikişîne. Talay destnîşan kir ku xebat bi daxwazê dibe, dema ku mirov bixwaze diker her tiştî bike.

Talay anî ziman ku dema ku teşe dide bifirê pir kêfxweş dibe riya vî jî hîskirin e, heke mirov ji zimanê bifirê fêm bike, xwe bigihîne ruhê wê karekî baş derdikeve holê. Talay diyar kir ku turîst bêhtir girîngiyê didin kedê, karên destan ji bo wan qîmetir e bi wê r bazariyê nakin, pere nabe mijar.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR