DİHA - Dicle Haber Ajansı

Çand û Huner

Kes nayê bajarê dîrokî!

 
24 Ekim
09:03 2016

AYDIN (DÎHA) - Bajarê antîk ê NYSA ya li Sultanhîsarê di encama kolandinên arkeolojiyê ya ku 100 sal berdewam kir de gelek berhemên dîrokî hatin dîtin lê qet turîst nayên bajarê antîk.

Şerê ku li Kurdistanê tê meşandin, polîtîkayên êrîşkar ên derve, OHAL a hat îlankirin, ji ber şere di navbera cemeat û AKP'ê de kaosa heyî bandora xwe ya neyînî li ser turîzmê jî didomîne. Ji ber vê tabloya neyînî yek ji cihê ku bandora neyînî li ser dike jî bajarê NYSA ya li Sultanhîsar a Aydinê ku ji salên 1907-1909'an heta niha kolandinên arkeolojîk tê kirin e.

'Me qet kes nedît'

Li bajarê ku kolandinên arkeolojîk didome gelek berhemên dîrokî yên aydî demên cuda hatin dîtin. Li bendê bû ku gelek turîst ji bo van berhemên dîrokî bibînin bên herêmê lê di nava salake dawî de kesên ku hatin pir kêm in. Li gorî daneyên Midûriyeta Turîzm û Çandê ya Aydinê di 2014'an de nêzî 10 hezar kes hatin lê daneyên 2015-2016'an nehatin aşkerakirin. Welatiyên ku 3 kîlomtere dûrî Sultanhîsarê rûdinên diyar kirin ku hema ku li herêmê tu kes nedîtine.

'Em nikarin nanê xwe qezenc bikin'

Welatiyê bi navê Mehmet Buz ê ku loqanteya wî heye diyar kir ku di mehên havînê de her tim turîst dihatin bajarê antîk ê NYSA'yê, piştî serdanê jî dihatin xwarin dixwarin, tişt dikirîn lê îsal ji bo wan baş derbas nebûye. Buz anî ziman ku bi salan li benda qedandina kolandinên arkeolojîk mane lê ji ber siyasetmedaran nikarin êdî pereyê nanê xwe qezenc bikin.

'Bajar vik û vala ye'

Murat Cankir ê ku li herêmê ereziya wî heye jî diyar kir ku berê NYSa gelek bi liv û tevger bû lê niha vik û vala ye. Cankir destnîşan kir ku turîstên ku dihatin ji wan meywe dikirîn lê ji ber ku niha kes nayê nikarin li ser riya bajarê antîk dezgehê xwe vekin. Cankir got ku turîst êdî ditirsin nayê, îsal li welat pirsgirêkên cidî qewimîne û turîst jî vê yekê dibînin.

'Gelek bermahî hene'

Bajarê NYSA ya ku beriya zayînê di sedsala 3'yemîn de hatiye avakirin bi cemekî ve dibe du beş. Di dema Romayê de rewşa bajar gelekî baş bûye, stad û pire hatine çêkirin. Li stadan şerê gladyatoran çêdibû û meclîsa antîk a Anatolyayê ku herî baş hatiye parastin a 700 kesan heye. Seyahê navdar ê bi navê Strabon jî li vî bajarî perwerde bûye û li vir şanoya anfî ya 10 hezar kesan digire û 27 metre berahiya wî heye jî cih digire.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR