DİHA - Dicle Haber Ajansı

Polîtîka

Dijberî Eniya Mîllî Eniya Demokrasiyê

 
23 Ekim
14:45 2016

STENBOL (DÎHA) - Siyasetmedar, sendîkavan, rojnameger, akademîsyen û parazvanên mafên mirovan ên beşdarî "Tevgera Ji bo Demokrasiyê" bûn diyar kirin ku dê bi tifaqî serkeftinê bi dest bixin û destnîşan kirin li dijî "Eniya millî" Eniya Demokrasiyê şert e.

Civîna "Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê" bi tevlêbûna gelek siyasetmedar, hunermend, nivîskar, nûnerên saziyên jinan, akademisyen, parazvanên mafên mirovan û rojnamegeran berdewam dike. Di civînê de peyama Endama Lijneya Şêwrê ya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan û Zimanzan Necmiye Alpay ên ji girtîgehê şandibûn hat xwendin. Hunermend Gultan Kaya peyamen wan xwend.

Erdogan: 'Rastî' ne di hîpoteka kesan de ye

Asli Erdogan di peyama xwe de wiha got: "Nina em zêdeyî 120 rojnameger û nivîsar di girtîgehan de hatine hepiskirin. Ev girtina me sînorê hiqûqê derbas kirine. Dewlet dixwaze "Rastiyê" û "Heqîqetê" li gorî xwe pênase bike û têxe bin destê xwe. Em li dijî vê yekê derketin û ji ber vê yekê niha em li vir in. Lê "Rastî" û "Heqîqet " ne di hîpoteka tu kesan de ye. Demokrasî bi famkirina vê yekê dest pê dike. Rêya me dirêj û barê me giran e. Ji bilî ku em bi revhe bimeşin û vî barî rakin rêya me tune ye. Ez hezkirin û silavên xwe dişînim."

Alpay: Ez bi hemû dilê xwe bi were me

Zimanzan, nivîskar û şêwirmenda weşanê ya Ozgur Gundemê Necmiye Alpay jî ji girtîgehê peyam şand û diyar kir ku sernavê "Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê" gotinek ku beriya wê kiribûn. Alpay, di peyama xwe de wiha got: "Me hemuyan bêriya vê sernavê kiribû. Yên ji bo vê yekê ked dane ez spasiyên xwe yên bêdawî pêşkêş dikim. Niha ji bilî rêya ku civakê komî ser hev bikin tu rêyên din tune. Êdî ji her demê bêtir berpirsiyarî dikeve ser milê me. Em bi hemû dilê xwe bi were ne."

Bîlgen: Ne tenê piştevaniya kurdan, piştevaniyek mezintir divê

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen jî rojnameger Hrant Dink û parazvanê mafên mirovan Tahir Elçî bibîr anî û dest bi axaftinê kir. Bîlgen, akademîsyenên ku ji ber demokrasî xwestin hatin girtin û rastî lêpirsînê hatin silav kir û wiha got: "Niha pêdivî bi piştevaniyek gelek mezin heye. Ne tenê piştevaniya kurdan, piştevaniyek hîn mezintir divê. Li her derê Tirkiyeyê êdî têkoşîna hebûn û tunebûna nasnameyan pêwiste. Divê em rêbaz, ziman û helwesta kampanya li dijî referandumuma Serokdewletiyê ji niha de baş diyar bikin. Divê tu tişt nikaribin vî zimanê bloka aştiyê bişkîne.

Çerkezoglu: Dem dema pêkanînê ye

Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, jî diyar kir ku êdî ne dema temaşekirinê ye û dema avakirina demokrasî û têkoşîna pêşxistina demokrasiyê ye.

Ozgen: Divê Hêza têkoşînê xurt bibe

Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lami Ozgen jî anî ziman ku divê li dijî diktatoriya îro pêş dikeve hêza têkoşînê mezintir bikin û wiha got: "Ger ku em îro yekîtiya xwe ava nekin û xurt nekin, em dê di zindanên faşîzmê de bên cem hev. Divê em bi hêz û baweriya berxwedanê bibin yek.

Turkalî: Ronahiyek di hundirê min de diçirûse

Keça nivîskar Vedat Turkalî Denîz Turkalî jî anî ziman ku vê civînê heyecana wê zêde kir û piştî demek dirêj yekem car ronahiyek di hundirê wê de diçûrise.

Hevserokê Gişti yê ÎHDê Ozturk Turkdogan jî anî ziman ku gotinên mafên mirovan êdî bir bûn amûr û wiha got: "Li ser navê demokrasiyê mafên mirovan tê binpêkirin.
Niha Tirkiye di şer de ye. Rojhilata navîn jî di şer de ye. Ji bo ku kurd nebin xwedî statu şer dikin. Li dijî me eniyek hatiye avakirin. Em dê li hemberî vê yekê çi bikin. Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi giranî didome. Tecrîd bi şer ve girêdayî ye. Mafên wî yên zagonî ji destê wî hatine girtin. Li hemberî vê yekê bêdengî heye. Divê em li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Keyfîyeta li ser me yekî-ê pêk bê li ser hemû kesan pêk tê."

Hevsera Can Dundar Dîlek Dundar jî diyar kir ku êdî gotin wateya xwe winda dike û wiha got: "Em ber bi dawiya gotinê ve diçin"

Yagmurdereli: Heta kurd aram nebin...

Nivîskar û Rojnameger: Eşber Yagmurderelî, hemû statu hatine bilavkirin. Statuyên li herêmê tên belavkirin. Êdî wekî tê zanîn Komara Tirkiye tune. Qanûna tê zanîn tune ye.

Oran: Girseya mexdûran ava kirin

Hevseroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan jî anî ziman ku divê êdî têkoşîna hevpar pêş bixin. Akademisyen Baskin Oran jî anî ziman ku tu carî ew qas neketin rewşek zor û wiha got: "Kîn û nifrînek wisa mezin ava kirine ku êdî mexdûriyetekgelek mezin pêş xistine.

Hevberhdevkên HDK'ê Gulistan Koçyigit Kiliç û Ertugrul Kurkçu, wekîlên HDP û CHP'ê jî di civînê de cih digirin.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR