DİHA - Dicle Haber Ajansı

Polîtîka

Civîna 'Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê' dest pê kir

 
23 Ekim
13:04 2016

STENBOL (DÎHA) - Gelek siyasetmedar, hunermend, nivîskar, nûnerên saziyên jiann, akademisyen, parazvanên mafên mirovan û rojnameger di civîna “Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê" de hatin cem hev. Di civînê de Wekîla berê ya CHP'ê ya Stenbolê Binnaz Toprak, diyar kir ku ya girîng hatina wan a cem hev e. Ji ber ku hatin cem hev dê serkeftinê bi dest bixin.

Li ser banga Wekîlê berê yê CHP'ê û dadgerê Dadgeha Mafên Mirovan ê Ewropa (DMME) Riza Turmen a "Yekîtîya Hêza Demokratik" (DÎB) gelek parazvanên mafên mirovan û siyasetmedarên demokrat, ji bo eniya demokrasiye ava bikin "Înîsiyatifa Yekitiya Ji bo Demokrasiyê" ava kirin. Ji bo civîna "Înîsiyatifa Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê" gelek parazvanên mafên mirovan li Navenda Çanda Bajar a Şişlî kom bûn û tev li civînê bûn. Siyasetmedarên demokrat û parazvanên mafên mirovan li dijî polîtikayên AKP'ê yên şer armanc dikin ku pêngava aştiyê û eniya demokrasiyê xurt bikin. Gelek nûnerên saziyên jinan, siyasetmedar, nivîskar, rewşenbir, akademîsyen, parazvanên mafên mirovan û hunermend amade bûn. Di ketina salonê de pankarta "Hûn bi xêr hatin Hevdîtina Yekîtîya Ji bo Demokrasiyê" vekirin.

Di hevdîtinê de Wekîla berê ya CHP'ê Binnaz Toprak axaftina vekirinê kir û diyar kir ku îro gelek pêdivî heye ku eniya çep li hev kom bibin û wiha got: "Bi AKP'ê re eniya nijadperest bêtir xurt bû. Bi niqaşa pergala Serokdewletiyê ya AKP'ê re MHP bêtir geş bû. Ji ber vê yekê êdî pêdivî bi yekîtiya hêzên çepkir û demokrat heye. Ger ku hêzên çep nebin yek dê li Tirkiye diktatorî pêş bikeve. Divê em rê li pêş dîktatoriyê bigirin. Niha di milê çepgiran de bêhêvîtî serdest e. Em 10 kes li milekî 10 kesên din li milekî din nikarin tiştekî bi dest bixin. Ji ber vê yekê divê em eniya demokrasiyê xurt û mezin bikin. Ya muhîm em hemû hêza xwe ya çep bikin yek û di nava yekîtiyê de tev bigerin. Ger ku em vê yekêtiyê ava bikin em dê serkeftinê jî bi dest bixin.

Ne AKP em dê çi bikin

Toprak, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku tişta girîng ne AKP ew dê çi bikin û xwest li ser erk û rola xwe niqaş bikin û peyvira xwe di ber çavan re derbas bikin. Toprak, da zanîn ku ew dê li Enqere, Îzmirê jî van civînan pêk bînin û eniya demokrasiyê xurt bikin.

Piştî Toprak Prz. Fethiye Çetin, Serokê Giştî yê ANAP'ê yê berê Nesrin Nas, Parazavanê mafê mirovan Akın Birdal siyasetmedar Sedef Çakmak ji bo dîwanê hatin hilbijartin. Li ser navê d^wianê parazvanê mafên mirovan Akin Birdal, diyar kir ku yekem car wekilên berê yên CHP, SHP, BDP û HDP tên cem hev û dikevin hava hewldanek bi vi rengî pêk tînin.

Turmen: Em Demokrasiyê ji nûve zindî bikin

Berdevkê Tevgera Yekîtîya Ji bo Demokrasiyê wekilê berê yê CHP'e Riza Turmen, diyar kir ku ev yekîtî ji bo demokratîkbûna Tirkiye gelek girîng û watedar e. Turmen, bi xêrhatinê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Hûn bi xêr hatin şahiya demokrasiyê. Civîna me ya îro cuda ye. Nerîn, bîrdozî û taybetiyên cuda hatin cem hev. Rengên cuda hatin cem hev. Lê armanca hemûyan yek e. Em hemû ji bo avakirina eniya demokrasiyê kom bûn. Ji bo em demokrasiyê biparêzin em li vir kom bûn. Hatina me ya li vir ji bo demokratîkbûna Tirkiye gelek girîng e.

'Krîza demokrasiyê berî darbeya 15'ê Tîrmehe pêk hat'

Turmen, da zanîn ku li Tirkiye krîza demokrasiyê berî darbeya 15'ê tirmehê dest pê kir û wiha berdewam kir: "Ev krîz piştî darbeya 15'ê Tîrmehê kûr bû. Divê em xwe ji vê darbeyê rizgar bikin û demokrasiyê pêş bixin. Bi OHAL'ê êdî meclîs bê tesîr bûye. Maf û azadî ji dest hatin girtin. Hemû êrîş û tundî êdî rewa tên dîtin. Îro li Tirkiye şer, tundî, xwîn heye. Li dijî rewşek wisa ya otoriter û yek tîp divê pêvajoyek nû ya demokrasiyê bê avakirin. Cihê ku aştî tune be demokrasi pêş nakeve. Laîklîk xerca demokrasiyê ye. Ger ku di civakekê de tirs hebe demokrasi pêş nakeve. Divê em demokrasiyê zindî bikin u ji nûve bi ruh bikin. Ji bo vê yekê em îro li vir kom bûne. "


Divê pirsgirêka kurd bi riya aştiyê çareser bibe

Turmen, da zanîn ku heta li Tirkiye pirsgirêka kurd bi riya aştiyê çareser nebe demokrasî pêş nakeve û wiha got: "Em ne tenê demokrasiyê, em di heman demê de mirovahiyê diparêzin. Em jiyanek mirovane diparêzin. Divê em hemû bi hevre li mafê jiyana azad xwedî derkevin û mafê jiyana azad biparêzin. Divê em bi hevre dewleta hiqûqê biparêzin.
Divê li Tirkiye siyaseta aştiyê pêş bikeve. Jiyana mirovan ji hemû berjewendiyên siyasî girîngtir e. Divê hemû siyaset ji bo jiyana mirovan be. Niha meclîsê erk û rola xwe winda kiriye. Tirkiye her ku diçe ji demokrasiyê dûr dikeve. Divê em ji vê pêşveçûnê re bêjin bes e. Bi taybetî piştî OHAL'ê her tişt ji demokrasiyê dûr dikeve. Niha destûra meclîsê ya erêkirina OHAL û KHK'ê jî ji destê wan hatiye girtin. Ji bo demokrasî û mafî mirovan Koordînasyona DÎB'ê hat avakirin. Peyvira vê koordînasyonê li dijî hemû geşedanên dijberî demokrasiyê bertek û nerazibûnên xwe bîne ziman. Li dijî otoriteriya siyasî derkeve. Ji bo jiyanek bê serdesti demokratîkbûna Tirkiye tev bigere. Koordînasyona DİB'ê ne alîkirê tu partiyan e. Ne dijberî tu partiyan e jî. Tenê alîgirê demokrasiyê ye. Li dijî hemû pêkanînên dijberî demokrasiyê ye. DÎB dê bibe dengê gel ê demokrasiyê. DİB dê bibe denge aştî, demokrasî u wekheviyê. Dê daxwaza aştî û azadiyê bi dengekî bilinb berz bike.


Tang, top, polîs û TOMA'yên me tune ye. Dadgerên me yên Sulh Ceza û girtîgehên me jî tune. Hêza me ya herî mezin a li dijî tundî û îktîdarê yekîtiya me ye. Em tê têkoşînek kolektîf pêş bixin.

Hevdîtin bi axaftinan didome.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR