DİHA - Dicle Haber Ajansı

Polîtîka

Ziyareta heyeta Ewropa bi dawî bû

 
23 Ekim
11:38 2016

AMED (DÎHA) - Ziyaret û gera heyeta Ewropa û EGAM'ê ya li Amed û Mêrdîn bi dawî bû. Heyet dê çavdêrî û hevdîtinên li Kurdistanê bike rapor û pêşkêşi Parlamentoya Ewropayê bike.

Ziyareta heyeta Ewropa û Tevgera Dijberî Nijadperestiyê ya Ewropa (EGAM) ku ji 15 kesan pêk dihat, piştî gera 3 rojan a Kurdistanê bi dawî bû. Heyet ewil hatin Amedê û li Amedê bi Komeleya Mafên Mirovan (İHD) saziyên sivîl ên civakî û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re hevdîtin kirin. Heyet bi malbatên ku zarokên wan di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dabûn re jî hevdîtin kirin. Piştre li Sûrê lekolîn kirin. Heyetê xwest bi Walîtiyê û AKP'ê re jî hevdîtin bike, lê walîtiyê randevî neda û AKP'ê jî bersîv neda wan. AKP'ê deriyê xwe li heyetê venekir û Wekîlê AKP'ê yê Amedê jî bersîv neda daxwaza heyetê. Heyetê li Amedê bi Wekîla HDP'ê ya Amedê Sibel Yigitalp re hevdîtin kirin û der barê rêveberiyên cewherî û berxwedana li van bajaran agahî girt. Heyetê piştî gera Amedê çû Kampa Êzdiyan û li wir bi welatiyên kampê re hevdîtin kirin. Heyet bi Wekîla HDP'e ya Amedê Feleknas Uca re li Kampa Êzidiyan geriya û hevdîtin kirin.

Heyet di roja sêyemîn de çû navçeya Nisêbînê ku herî zêde demdirêj berxwedana rêveberiyên cewherî lê berdewam kir û hêj li 6 taxan qedexeya derketin û ketina kolanan didome bi malbatan re hevdîtin pêk anîn. Heyetê heri dawî li Mêrdînê bi Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk re hevdîtin kir û ji Kurdistanê veqetiyan. Heyet piştî vê gerê dê çavdêrî û hevdîtinên xwe bike rapor û pêşkêşî Parlamentoya Ewropa bike.

(mae)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR