DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jîngeha Kedê

Pergala navbeynkariyê cotkar mahf kirin!

 
23 Ekim
09:23 2016

ÎZMÎR (DÎHA) – Cotkarên Odemîşê dest nîşan kirin ku, ew ji ber pergala navbeynkariyê bi îflasê re rû bi rû mane û gotin, divê şaredariya AKP’î sozê xwe yî çêkirina bazar sergirtî bi cih bîne.

Li navçeya Odemîşê ya Îzmîrê, cotkar her şemiyê sebze û fêkiyên ku hilberandine tînin ber Gara Trênê û difiroşin. Cotkaran dest nîşan kir ku, ew ji ber pergala navbeynkariyê bi îflasê re rû bi rû mane û xwestin şaredariya AKP’î ya ku ji bo wan sozê çêkirina bazereke sergirtî dabû, sozê xwe bi cih bîne.

'Navbeynkar bi 50 qurişî dikire, bi 4 lîreyî difiroşe’

Cotkar Gurkan Songûr anî ziman ku, ew wek hilberînerên sebze û fêkiyan berên ku hildiberînin bi buhayekî li gor dilê xwe nafirşon û got, navbeynkar berên wan pir erzan dikirin û bi buhayekî fahîş difiroşin. Songûr diyar kir ku, ji ber gelek cotkar pere qezenc nakin dev ji gundên xwe berdane û ragihand ku, sedema vê prisgirêkê jî pergala navbeynkariyê ye. Songûr da zanîn ku, navbeynkar kîloya nar û mandalînayan bi 50 qurişî ji wan dikirin û bi 3-4 lîreyî difiroşin. Songûr dest nîşan kir ku, divê navbeynkarê di navbera hilberîner û xerîdar de ji holê rabe û anî ziman ku divê, cihê bazaran bê çêkirin.


'Em destekirinê naxwazin, bila berên me pere bikin bes e’

Cotkar Fehîme Kolcû anî ziman ku, ew destekirinê naxwazin, bes bila berên wan pereyekî baş heq bikin û wiha got: “Çiqas destekiirin bê dayîn bila bê dayîn, ji dêvla serê dekarê 20 lîreyî bidin bila pergala navbeynkariyê rakin temam e. Heke cotkar ji serê kîloya berê xwe 10 qurişî zêde qezenc bike, ew tenezulî destekirin nakin.” Korûcû anî ziman ku, li Tirkiyeyê belavkirina dahatê ne adîl e û wiha axivî: “Li cihekî ku îskana çayê bi lîreyekê be, gelo kîloyeke sebze jî bi lîreyekê be dê ev ne biedaletir be? Bila serokê şaredariyê sozê xwe bi cih bîne. Bila adil bin. Wekî din em tiştekî naxwazin.”

'Navbeynkar cotkar dixapîne’

Sûltan Gerçek jî ragihand ku, navbeynkar cotkar dixapîne û wiha lome kirin: “Em nikarin berên xwe bi xwe bifiroşin. Çimkî dewlet destûrê nade ku hilberîner ji 300 kîloyî bêtir berê xwe bifiroşe. Ji ber vê cotkar jî ji neçarî berê xwe difiroşe navbeynkar. Navbeynkar jî berê em dikire û mehekê şûnde pereyê em dide. Ev ne edalet e, navê vê xapandine.”

'Bila şaredariya AKP’î sozê xwe bi cih bîne’

Gerçek dest nîşan kir ku, serokê şaredariyê soz daye wê bi xwe û gotiye ew ê ji bo cotkaran cihê bazarê vebike, lê sozê xwe bi cih neaniye. Gerçek wiha domand: “Havîn qediya, li ber tavê me berên xwe firotin. Zivistan li ber derî ye. Heke baran bê em ê çawa li van deran bisekinin? Dema di hilbijartinan deng xwestin xweş bû. Bila sozê xwe bi cih bîne. Bila cihê bazara sergirtî çêbike.”

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR