DİHA - Dicle Haber Ajansı

Aborî

20 ton sêv li qadan hat rijandin…

 
23 Ekim
09:20 2016

DENÎZLÎ (DÎHA) – Li Çîvrîlê, cotkarên ku sala çûyî kîloya sêvên nejêkirî di navbera 1-1.5 TL’yî de difirotin, îsal ji ber polîtîkayên şer yên AKP’ê kîloya sêvan bi 50 qurişî jî nikarin bifiroşin. Cotkar ji ber nikarin sêvên xwe bifiroşin, wan dirijînin qadan û diyar kirin ku, ji ber qeyrana aborî wan dest bi jêkirina darê sêvan kiriye.

Li navçeya Çîvrîlê ya Denîzliyê 250 ton sêvên ku li qadeke 110 hezar dekarî tên hilberandin, îsal ji ber zêdebûna rekolteyê û polîtîkayên şerî yên AKP’ê nayên firotin. Hilberînerên ku di 2015’an de skîloya êvên xwe yên hîn li darê bi şaxên xwe ve di navbera 1-1.5 TL’yî de difirotin, îsal nikarin kîloya wan bi 50 qurişî jî bifiroşin. Her wiha sêvên ku wek yên dîp tên pênasekirin û li fabrîkayên ava fêkiyan tên firotin jî, îsal bi 10 qurişî jî kirîger ji bo wan nayên dîtin. Li Taxa Emîrhîsarê ya Çîvrîlê, 20 ton sêvên îsal hatin hilberandin, ji ber li Çîvrîlê ji aliyê fabrîkayên ava fêkiyan nehatin kirîn, li qadan hatin rijandin.

Li marketan lîtreya ava fêkiyan ya xwezayî bi 7-8 TL’Yî û ava fêkiyan a normal jî bi 2.5 TL’yî ye, lê sêvên dîpî bi 10 qurişan jî nayên firotin û ji ber cotkar nerazîne.

‘Kirîna sêvan qet tune ye’

Endamê Meclîsa CHP’ê û hilberînerê sêvan Mûzaffer Palaz diyar kir ku, li gor sala çûyî maliyeta hilberîna sêvan zêde bûye û wiha axivî: “Sala çûyî yewmiye 45 TL bû, îsal 60-70 Tl bû. Li gor sala çûyî ji sedî 20 zem hat ser lîtreya mazotê. Sala çûyî kîsê gubre yê 50 kîloyî 90 TL, îsal 105 TL bû. Sala çûyî min baxçeyê xwe yî sêvan bi 600 TL’yî dida avdan îsal, min 3 hezar TL da. Sala çûyî qaseyên sêvan ên 20 kîloyî bi 10 TL’yî li depoyan dihatin rawestandin, îsal ji bo heman qaseyan 20 TL tê xwestin. Maliyeta hilberîna sêvan îsal ji sedî 50 zêde bû, lê tu kes jî nakire.”

Darên sêva ji kokê tên rakirin!

Palaz diyar kir ku, darên sêva bi rêhetî nayên şîn nayê û got, niha cotkar bi lez û bez darên xwe yî sêvan radikin û difiroşin. Palaz anî ziman ku, wî jî darên xwe yî sva yên 15 salan jê kiriye û wiha axivî: “Em ê êdî dev ji sêvan berdin. Em ê li berekî alternatîf bigerin. Ji ber me darên xwe yî 15 salan jê kirin, niha ji ber qeyrana aborî keda me yî 10 salan badilhewa çû. Sedema vê ya sereke jî, polîtîkayên derve yên Tikriyeyê û rewşa niha ya Rojhilata Navîn e. Heke wiha bidome, dê Tirkiye êdî ji derve sêvan bikire.”

Divê polîtîkayên hundir û derve bên sererastkirin

Palaz dest nîşan kir ku, piştî polîtîkayên Tirkiyeyê yên derve û hundir bên sererastkirin, dê bazara derve jî dubare ji bo cotkaran bibe hêvî û wiha got: “Heke îktîdara siyasî, welat baş bi rê ve nebe, dê dara ku fêkî bide bê jêkirin.” Palaz anî ziman ku, ji ber polîtîkayên şerî yên AKP’ê rewşa cotkaran her diçe xerabtir dibe û wiha bang li rayedaran kir: “Îktîdara siyasî mecbûre guh bide hilberîneran. Heke hilberîneran nebihîsin, dê li holê bi navê hilberînê tiştek nemîne. Divê kesên welat bi rêve dibin, pirsgirêka cotkaran çareser bikin.”

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR