DİHA - Dicle Haber Ajansı

Çand û Huner

Cegerxwîn hat bibîranîn

 
22 Ekim
16:11 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê mamoste û helbestvanê kurd Cegerxwîn bibîranîn.

Di merasîma bîranîna 32`yemîn salvagera koça dawî ya hebestvanê kurd Cegerxwîn ku li mala wî ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hat organize kirin, gelek nivîskar, rewşenbîr, nûnerên partiyên siyasî, saziyên çapemeniyê û Kongreya Star amadebûn. Hevalên mamoste û helbestvanê kurd Cegerxwîn bi deqeyekê rêzgirtine destbi merasîmê kirin. Di merasîmê de endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê Azad Şêxmûs û Silêman Hesen helbestên helbestvan Cegerxwîn xwendin. Hunermendê mûzîkê Ehmed Mûsa çend awazên li ser amûra Kemanê pêşkêş kir.

Tê payîn ku Desteya Çand û Hunerê dê li navenda Mihemed Şêxo a Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo, 32`yemîn salvegera koça dawî ya Cegerxwîn îro saet 15:00`an bibîr bîne.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR