DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ekolojî

Parêzvanên xwezayê madeya 80'an dibin AYM'ê

 
22 Ekim
15:11 2016

ENQERE DîHA) - Parêzvanên xwezayê yên derbarê madeye 80'an a ku rê li ber talankirina xwezayê vedike de daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew ê madeya 80'an bibin Dadgeha Qanûna Bingehîn.

Platforma Derya Reş di Îsyanê de ye û Palatforma Biratiya Zozanan ji ber madeya 80'an a ku bi biryarnameya KHK'ê xistine meriyetê û rê li ber talana xwezayê vedike li Yekîtiya Mulkiyeyiyan civîna çapemeniyê li darxstin.

Di civînê de aktîvîsta hawirdorê Çevriye Belîk, axivî û diyar kir ku bi madeya 80'an hiqûq hatiya asta tunebûnê. Belîk derbarê madeya 80'an de ev agahî dan: "Bi madeya 80'an re dê welatê me nikaribe di pêşerojê de hewcedariyên xwe bîne cih. Di bin navê bicih anîna ewlehiyê, veguherandina teknolojiyê, li bendê mayîna derve û nirxên neteweyî de bêhiqûqî tê rewakirin. Dê bi madeya 80'an ji şîrketên Tirkiyeyê re teşwîqa ku di dîroka komarê de ne hatiye dîtin bê dayîn. Her wiha dê şarên îdarî ji aliyê Lijneya Wezaretê be bê rakirin. Dê bi madeya 80'an destûr ji projeyên ku dê dawiya hemû zindiyan û xwezayê bîne bêyî ku destûr an jî ÇED bên dayîn û pêşî li riya darizandinê tê girtin bên dayîn."

Belîk, anî ziman ku ji bo madeya 80'an bê betalkirin ew ê serî li Qanûna bingehîn bidin û wiha axivî: "Dê helwesta AYM'ê nîşanî me bide ku li Tirkiyeyê hiqûq hatiye kîjan astê. Yan dê serdestiya hiqûqê nîşanî me bide yan jî dê hiqûqnasên ku xwezayê qetil dikin bîne. Madeya 80'ê dê li AYM'ê yan derbas bibe yan jî dê bizivire. Em ê li hemberî îktîdar, burokrat û şîrketên ku xwezayê talan dikin têkoşîna xwe bidomînin."

Civîn piştî nîqaşên li ser pirsgirêkên hiqûqê bi dawî bû.

(mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR