DİHA - Dicle Haber Ajansı

Aborî

Guven: Kurdistan ji ber dewlemendiya xwe rastî derstdirêjiyê tê

 
22 Ekim
14:10 2016

ÊLIH (DÎHA) Yekîtiya Odeya Esnaf û Senetkaran û Şaredariya Bajaroka Gîrêsîran konferansa aboriyê pêk anî. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, anî ziman ku ji ber axa Kurdistanê gelek dewlemend e her dem hêzên dagirker desteser kiriye.

Konferasn bi tevlîbûna Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Parlamenterê HDP’ê Ziya Pîr, DBP, HDP, KJA, Mîrovên Kar û gelek nûner û rêveberên saziyên civaka sîvîl li Salona Petrol Îşê pêk hat. Li salonê pankarta “Ji bo jiyanekî azad aboriya demarokrasi” hat daliqandin. Di konferansê de ji bo kesên di têkokşina azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dan rêz hate girtin.

‘Ji bo jiyanek aramî dest bi projeyên aştiyê bikin’

Serokê Odeya Esnaf û Senetkarên Êlihê Talat Kara bixêrhatina her kesî axaftina vekirinê kir. Talat rewşa esnafên Êlihê rawestiya û wiha axivî: “Tirkiyê di pêvayokeyek gelek girind de derbas dibe. Bi tayinkirina qayumê re li bajêr aloziyên mezin çêdibin û pêşiya ve nayê girtin. Lewra em li vir bang li hikûmetê dikin ku bila dev ji polîtikayên xwe berde û ji bo jiyaneke azad gav bavêje. Disa em dibêjin ku ji bo jiyanek aramî dest bi projekî aştiyane bikin."

‘Kurdistan her tim rastî mêtingeriyê hatie’

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li ser aboriya demokratik a li Kurdistanê pê kirin jî ev tişt got: “Erdnîgariya Kurdistanê gelek mezin û dewlemend e û em jî li ser vê erdnîgahiyê dijin. Ev erdnîgarî her tim rastî dest dirêjiya deshîlatdaran hatiye. Rastiyek din jî heye ku dewlemendiya erdnigariya Kurdistanê tu çarî nehatiyê ditin û her tim xwîn li ser hatiyê rijantin. Gelo me qet ji xwe pirsiye ku çima em ji endnîgahiya xwe dur in. Ji ber ku em li av, ax û xweyaya xwe heya niha xwedÎ derneketinê. Divê em wek gelê kurd xwedî lê derkevin û bêjin ev erdnigarî ya me ye û em ji bo xwe çêbikin.”

‘Ji ber şaredarî xizmeta gel dikir, qayûm tayinkirin’

Leylayê anî ziman ku gelê kurd bi sed salan e li ser erdnîgariya xwe wek teror hatinê ditin û li ser erdên xwe hatine qetilkirin û axaftina xwe wiha domand: “Li Elîh sifta ku li tu der nayê dîtin heye. Ji ber vê yekê jî dewlet tu carî dest ji Êlihê bernade û xizmeta gel jî nake. Di hilbijartinan Şaredariya Êlihê me kar kir. Lê bila baş bê zanin ku her çiqas şaredarî di destê me de bû jî serweriyê dewletê dikir û hemû pere ji ji dewletê re diçûn. Piştî ku ditin şaredarî bi komîn aboriya xwe bidest dixe û ji gel re xizmetê dike qayûmê tayinkirin û şaredariyê ji me standin.”

Leylayê di berdewamiya axaftina xwe de desnîşan kir ku 80 sal e komara Tirkiyê li Kurdistanê xizmeta gelê kurd nekirine û ligel vê yekê her tim li Kurdistanê polîtîkayê qirêj dane destpêkrin û gel kişandin nav qirêjiyê. Leyla di konferansê de bahsa jiyana komînal kir û got ku jiyana komînal ji nav gelê kurd derketiye û niha bi giyanê komînal em li hemberî hişmendiya deshîlatdar têbikoşin. Leyla wiha pê de çû: “Jiyana komînal ji xwe dur nebînin, ji ber ku niha jî li gundên Kudistanê gel komînal hene. Bi avakirina bajaran ve jiyana kominal hate winda kirin. Ji ber ku dewlet bi hişmendî gundan vala kir xwest gel ji hev bike û jiyana komînal ji holê rake. Em jî we KCD’e bi gelê xwe re ne û dibin sîwana KCD’ê de bi komînalî têbikoşin aboriya xwe bi destbixin,”

Leyla di dawiyê de li ser rola jinê jî rawestiya û got ku di birêxistina aboriyê de rol û mîsyona jinê gelek giring û mezin e. Leyla bilêv kir ku eger aborî bikeve destê jinê dê wê demê aboriya civakê çareser bibe. Em bi jinan bawarin ku dê jin bi ser bikevin.
Konferans bi axaftinana berdewam dike.

(kom-mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR