DİHA - Dicle Haber Ajansı

Çand û Huner

Çand û hunera alternatîf li Dîlokê belav dibe

 
22 Ekim
09:20 2016

DÎLOK (DÎHA) – Navenda Çand û Hunerêya NÇM ya Dîlokê dijberî jiyana xerab û li dijî sincê civakê, bi qursên gîtar, erbane, piyano, keman û ziman çand û hunera kurdî jîndar dike.

Navenda Çand û Hunerê ya Medyayê ya li Dîlokê, 6 qursên cuda da destpêkirin. NÇM’ya ku qursên wê rastî eleqeyeke zêde tên, niha ji bo li hin deverên bajaêr şaxên xwe zêde bike amadekariyan dike û bi projeyên xwe dixwaze çand û hunera alternatîf li her deverê bajêr belav bike.

‘Em bi awayekî aktîf dixebitin’

Ji rêveberên NÇM Rêdûr Şahîn diyar kir ku, Dîlok bajarekî xwedî avasaziyeke zor û zehmet e û got, ev nêzî salekê ye wan giranî daye ser xebata û anî ziman ku, ew bi awayekî aktîf dixebitin. Şahîn ragihand ku, Dîlok bajarekî koçberiyê ye û da zanîn ku, ji herêmên Botan, Xerzan û Serhadê gelek malbat koçî Dîlokê kirine. Şahîn anî ziman ku, ji bo ew bala van malbatan bikşînin ser çanda kurdî, wêje û dîroka kurdî dixebitin û got, zarokên malbatan jî li vir çanda xwe didomînin.

Di 6 warî qurs hatine vekirin

Şahîn diyar kir ku, niha di warê baxleme, gîtar, erbane, keman, ziman û piyanoyê de bi giştî 6 qursên wan hene û anî ziman ku, qursên wan rastî eleqeyeke zêde tên û ragihand ku, ew ê di pêşerojê de hin qursên din jî vebikin.

Amadekariyên vekirina şaxan dikin

Şahîn da zanîn ku, ew niha amadekariyên ku li tevahiya bajêr çend şaxan vebikin dikin û wiha got: “Ji bo em vê belav bikin, em dadikevin taxan jî. Em bi malbatên ciwanên bi qabîliyet re hevdîtinan pêk tînin û wan tînin saziyê. Li gel vê, em ê li tevahiya bajêr şaxan vebikin. Niha, li Taxa Gazîkentê ya Şehîtkamîlê şaxek me heye.”

‘Em ê bi pêşnûmayên nû re derkevin pêşberî gel’

Şahîn dest nîşan kir ku, çanda Mezopotamyayê çandeke berfireh û xwedî dîrok e û ragihand ku, ji bo ew vê çandê jîndar bikin ji bo bajêr hin pêşnûmayên wan hene. Şahîn anî ziman ku, di vê çarçoveyê de wan hin hedef ji bo xwe diyar kirine û wiha domand: “Ya pêşî wêjeya devkî ye. Yanî dengbêjiyî ye. Di nav hedefên me de, dersdayîna dengbêjiyê heye. Em ê lêkolîneke berfireh bikin û dawiyê berpêşî gelê bikin. Li gel vê, li Dîlokê cara ewil em niha amadekariyên çêkirina klîbekê dikin. Li gel vê, di çanda me de cihekî girîng ê cil û bergên gelêrî heye. Ji bo em bêtir bên jîndarkirin, eê pêşangeha cilûbergan vebikin. Amadekariyeke me yî din jî, têkildarî wêje û açnda kurdî amadekariyên semîner û panela ye.”

Banga li gel

Şahîn bang li gel kir, divê her kes xwedî li NÇM’ê derkeve û wek berpirsiyar nêzî xebatên wê bibe.

(red)




Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR