DİHA - Dicle Haber Ajansı

Cîhan

Rojava dê 50 hezar koçberên Mûsilêbike mêvan

 
21 Ekim
13:52 2016

HESEKÊ (DÎHA) – Berpirsê Buroya Komîseriya Karûbarên Koçberan a Netewên Yekbûyî Alphonse Moliniza li Rojavayê Kurdistanê got ku nêzî 50 hezar koçberên ji Mûsilê wê biçin Rojava.

Li gori nûçeya ANHA'yê Alphonse Moliniza di civîneke çapemeniyê ya li bajarokê Holê nêzî kampa penaberan de diyar kir ku wekî komîserî ew texmîn dikin ku 50 hezar koçberên ji Iraqê bigihêjin kantona Cizîrê. Moliniza, da zanîn ku ew pîlan dikin van koçberan wekî wê cara dîtir, pêşwazî bikin, carekê 30 hezar, carekê 15 hezar û cara dawî jî yên mane ku bi temamî hejmara wan bigihêje 50 hezar koçber pêşwazî bikin. Alphonse Moliniza, destnîşan kir ku dê li Kampa Holê amadekariyên pêşwazîkirina van koçberan dikin û got “Hûn dibînin alavên me niha li kampê dixebitin.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR