DİHA - Dicle Haber Ajansı

Çand û Huner

Baweriya Pir Şalyar a Hawramanan nemir kir

 
21 Ekim
09:24 2016

MELTEM OKTAY / DEVRAN TOPTAŞ

AMED (DİHA) - Wênekê Îranî Loghman Rahîmî, li Gundê Text ê Hewramane yê Merîwanê baweriya "Merasima Pir Şalyar Cem" a her sal wekî şahiyekê tê lidarxistin, bi wêneyan nemir kir û di 4'emîn Rojên Wêneyan a Navneteweyî de da pêşandan.

Li gundê Textê yê herêma Hewraman a li Çiyayê Zagrosan her sal şahiya "Merasîma Pir Şalyar Cem" tê lidarxistin. Li çiyayen bilind welatiyên herema Hewraman ji bo vê baweriyê li hev kom dibin û şahiyê pêktînin. Her sal şahî di meha zivistanê de bi sedan kes cilên taybet li xwe dikin û di vê bernameyê de zîkir û îbadetê dikin. Ev çanda di baweriya Kurdên Goran de cihekî taybet digire. Şernameya şahiyê di hewaya Cejna Pir Şalyar de derbas dibe. Zarok bi tîrêjên rojê hişyar dibin û li hemû malan digerin û mizgîniya cejdê didin malbatan. Xwarina adakan tên amadekirin û ziyaretvan tên dawetkirin. Di saetên nîvro de li gelî û zozanan îbadet dest pê dike û dengê zikîrê li çiyan olan dide. Wênekê Îranî Loghman Rahîmî, ev baweriya Kurdên Goran a li Gundê Text ê Hewramane yê Merîwanê baweriya "Merasima Pir Şalyar Cem" a her sal wekî şahiyekê tê lidarxistin, bi wêneyan nemir kir û di 4'emîn Rojên Wêneyan a Navneteweyî de da pêşandan. Bername di mernaleyên Cem, Xeber, Kute kute, Klawroçni, diyarkirina Adaka, Ayîna Sema û Xwarin Xwarinê, Şewnişt û Terbî di 7 pêngavan re derbas dibe.

Li Kurdistana Rojhilat geriya û bi wêneyan nemir kir

Loghman Rahimi, li herêma Hewraman geriya û baweriya Hewraman bi weneyan nekir kir. Rahîmî ku 17 salin bi awayekî profesyonel xebata wêneyan dike bi wêneyan bawerî u çanda gelê herêmê nemir kir û di pêşengehê de da nîşan. Rahimî li hemû bajar û gundên Kurdistana Rojhilat geriya û wêne kişand. Rahimi bi wêneyên xwe gelek caran xelat wergirtin.

Rahimî heri dawî li gundê Texte baweriya "Pir Şalyar Cem Merasimi" bi wêneyan nekir kir û di pêşengeha 4'emîn Rojên Wêneyan a Navneteweyî de na nîşandan. Rahimî, da zanîn 250 salin bê navber her sal di meha Çile de ev bername tê lidarxistin û di çand û baweriya gelê herêmê de cihekî taybet digire. Rahîmi destnişan kir ku ev çand û kevneşopiya Zerduştî ye. Rahmî, anî ziman ku di hewaya cejna Newrozê de derbas dibe û xelatan diyarî zarokan dikin û şahiyek pir bi wate û dewlemend e.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR