DİHA - Dicle Haber Ajansı

Polîtîka

Konca: AKP'ê hikûmet kiriye rêxistina dijzagonî

 
20 Ekim
14:21 2016

ENQERE (DÎHA) - Wekîla HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca, diyar kir ku îktîdara AKP'ê hikûmet ji hikûmetê dûrxistiye û kiriye rêxistina dijzagonî.

Wekîla HDP'ê ya Sêrtê û Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Besime Konca, di Lijneya Giştî ya Meclîsê de axivî. Konca, anî ziman ku îktîdara AKP'ê bi hêsanî sûcdarên berê tîne rojeva meclîsê û sucên hatine kirin rewa dide nîşandan. Konca wiha got: "Ji bo kesên hatin tawanbarkirin zagonan amade dike ku wan ji wan sûcan rizgar bike. Ji bo bersûcan biparêze zagonan ji nûve saz dike. Êdî hikûmeta AKP'ê ji zagon, qanûn û hiqûqê dûr ketye. AKP bi OHAL'ê û KHK'ê hikûmet ji hikûmetê dûr xistiye û kiriye rêxistina dijzagonî. Êdî bûye rêxistina dijnîzamî, dijdemokratîk û rêxistina dijhiqûqî"

Konca, destnîşan kir ku hikûmet bi cemaetê re şer nake û dijberî vê yeke bi hişmendiya wê re ketiye pêşbirgê. Her kes dizane ku heta niha Cemaet çawa mezin bû û xwe bi rêxistin kir Her çend bêjin bi nebetî ketiye nava hikûmetê jî ne wisa ye. Hikîmeta 14 salin bi serê xwe îktîdar e her dem bi Cemaeta Gulen re di nava dan û stendinê de bû. Tişte ku îro hikûmet dike ji yên cemaetê xerabtir in. Heta niha tu endamên cemaetê wekî Serokomar nagotin "Li şûna ez wekî madam bimirin bila ez wekî adam bimirim. Sûcên li dijî jinê pêk hatin neanîn ziman. Sûcên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê pêk hat aşkere nekir û mihur hehat. Jina ji bo polîs û kujeran biparêzin zagonan ji nûve saz dikin."

(mae)



Paylaş
Diğer başlıklar

EN ÇOK OKUNANLAR