DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jîngeha Kedê

Di 9 mehan de 76 karkerên koçber mirin

 
20 Ekim
13:48 2016

STENBOL (DÎHA) - Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (İSİG) rapora 9 mehan a 2016'an bi raya giştî re parve kir. ÎSÎG'ê diyar kir ku di 9 mehan de herî kêm 76 karkerên koçber di qezayên kar de mirine. Karkeran heri zêde li Stenbol, Edene, Xarpêt, Konya, Riha û Antalya jiyana xwe ji dest dane.

Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (İSİG) bi rapora 9 mehên 2016'an a qezayên kar û karkerên koçber bi raya giştî re parve kir. ÎSÎG'ê rapor bi daxuyaniyekê aşkere kir û destnîşan kir ku armanca aşkerekirina vê raporê ewe ku karkerên koçber jî perçeyekî karkerên Tirkiyeyê ne û ji bo vê yekê jî rêxistina hevpar bê avakirin e. Di raporê de hat diyarkirin ku heri zêde karkerên Afgan, Gurcu, Ukrayna, Îran, Ozbek, Azerî, Bulgar, Çinlî, Korelî, Litvanya, Rûs, Sirp û Turkmen jiyana xwe ji dest didin.

ÎSÎG da zanîn ku di sala 2013'ê 22, di sala 2014'an de 53, di sala 2015'an de 67 û di 9 mehên ewil ên 2016'an de 76 karkerên biyanî jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG'ê destnîşan kir ku karkerên koçber herî zêde di karê înşaet, zevî, metal, keştî û şaredariyan de karê kiran dikin û rojê bi 25 TL karê înşaetê û di karê zeviyan de jî 10 TL dixebitin. Karkeran heri zêde li Stenbol, Edene, Xarpêt, Konya, Riha û Antalya jiyana xwe ji dest dane.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR