DİHA - Dicle Haber Ajansı

Aborî

Esnafên Cizîrê: Xurtkirina aboriyê bi aştiyê pêkane

 
20 Ekim
11:08 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Ji ber zext û êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî Cizîrê didomin, esnaf di rewşek zehmet de ne. Esnafan diyar kirin ku hem keyfa gelê Cizîrê nexweşe hem jî êdî gel feqîre û wiha gotin: "Aboriya herêmê dikare bi siyaset bê xurtkirin ev jî di aştiyê re derbas dibe."

Li navçeya Cizîra Şirnexê ku 4 meh qedexeya derketina derve lê berdewam kir û êrîşên piştî qedexeyê hişt ku bi sedan malbat xizmên xwe winda bikin. Esnafên navçeyê yên ku hem xizmên xwe hem jî mal û milkên xwe winda kirine niha jî ji ber mayînbûna aboriyê zehmetiyan dikişînin.
Esnafên Cizîrê diyar kirin ku ji ber polîtîkayên hikûmetê yên aboriyê gelek dikanên navçeyê li ber girtinê ne, esnaf di rewşek zehmet dene û hewl didin di van rojên zehmet de xwe li ser piyan bigirin.

Esnafa bi navê Suna Kural, da zanîn ku her roja ku diçe karê wan xiraptir dibe û wiha got: "Beriya qedexe were îlan kirin min 500 TL qezenc dikir. Lê îro dema bi 100 TL deriyê dikanê digirin em şikir dikin. Ji bo hem esnaf hem jî gel em ji vê rewşê rizgar bibin divê rayedarên dewletê bi pirsgirêkên siyasî yên heyîne re rûbirû bibin. Dema rûbirû bûn wê demê em dikarin bi hevre çareseriyekê ava bikin."

Esnafê bi navê Nîmet Oguş ê ku di dema qedexeya derve de ne karî dikana xwe veke û di nava deynan deye anî ziman ku piştî qedexeyê gelê herêmê naxwaze pereyê di destê wan de maye xerc bike û wiha got: "Beriya niha kirîna tiştên dawetê di yek carê de 10 hezar TL bû û dihat kirin lê niha ev tuneye. Ji xwe dewlet alîkariya me nake û em ne li benda alîkariya wanin jî, niha karê me di asta herî jêr de ye. Feyda me ji sedî 70 ketiye. Ger ev şer berdewam bike dê ne karê me ne jî aboriya Tirkiyeyê sererast nebe. Aboriya herêmê dikare bi siyaset bê xurtkirin ev jî di aştiyê re derbas dibe."
Felek Ozer ku ev 20 sale li navçeyê esnfatiyê dike destnîşan kir ku beriya niha wê cil û bergên kurdî didirût lê niha tenê cilan tamîr dike û wiha domand: "Wekî gel heta em hizurê nebînin dê karê me jî sererast nebe."

Esnafê bi navê Şukru Kural jî wiha axivî: "Beriya qedexeyê karê me gelek baş bû lê ji ber terora dewletê ya li ser gel gel êdî nayê bazarê. Di gel de ne keyf ne jî pare ne maye. Ger şert û mercên jiyanê wiha bin dê gel neyê bazarê. Me heta niha bi awayekî îdare dikir lê wiha biçe emê deriyê dikana xwe bigirin. Wekî gel em êdî çareseriya siyasî û hizurê dixwazin."

(kom/mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR