DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jîngeha Kedê

Keda zarokên di zeviyan de dixebitin tê xwarin

 
20 Ekim
09:22 2016

WAN (DÎHA)- Li navçeya Westanê ya Wanê zarokên karker ên li zeviyên kartolan rojê bi 15-30 lîreyî dixebitin, diyar dikin ku keda wan tê xwarin.

Li navçeya Wanê ya Westanê li zeviyên kartolan zarokên temanê wan di navbera 14-17 salî de bi yewmiyeyeke bi kêm tên xebitandin û ev xebitandina wan dide der ku bê dolaba kedxwariyê çawa digere. Ji bo rojeke tam 30 lîre, ji bo nîv rojê jî 15 lîreyî didin zarokan.

Dolaba kedxwariyê wiha digere

Ji zarokên ku dawiya heftê şeveqê hişyar dibin û tên li nav zeviyên kartolan dixebitin Emrah Ataşê 16 salî got, ew heta derengê şevê digexibitin lê bermaberiya wê heqdesteke pir kêm distînin. Ataş ê ku xwendekarê lîseyê ye wiha axivî: “Aliyê kar ê herî zehmet em dikin, lê em tu pereyî qezenc nakin. Em jî mecbûr in bixebitin, ji bo vê em li vir in. Ji serê sibehê heta êvarî, em di nav toz û axê de dixebitin, lê ya ku didin me ya 30 an jî 15 lîre ye. Di nava rojê de pir kêm em xwe vedihesînin, çimkî hewa sar bûn û divê kartol demildest bên teslîmkirin.”

Ji bo xerciya xwe yî dibistanê…

Yek ji wan xebatkarên ku li nav zeviyan dixebite xwendekarê lîseyê Ahmet Şeker e û Ahmet diyar dike ku ji bo ew dibistana xwe bdiomîne dixebite. Şeker wiha got: “Di heman demê de, ez piştevaniya xwişk û birayên xwe jî dikim. Tenê ne ez, gelek xwendekarên ku rewşa wan wek a min e , li vir in. Ji ber dibistan vebûn em hatine vê derê.”

‘Hemû kesên li vir dixebitin nexweş dikevin’

Ji van zarokan Samet Îrşatê 17 salî jî zor û zehmetiya xebatê wiha vegot: “Di nava rojê de em pir kêm bêhna xwe vedidin. Ji ber tim em xwe xwar dikin û kîsên kartolan ên giran hildigirin, pişta me diêşê. Û toz jî zêde ye. Ji ber tozê qirika her kesî diêşê.”

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR