DİHA - Dicle Haber Ajansı

Çand û Huner

Li Mala Çand û Hunerê ya Hadra Hemamiyê serdemek nû

 
20 Ekim
09:12 2016


MÊRSÎN (DÎHA) – Li Mêrsînê, di çarçoveya xebatên çandî yên Mala Çand û Hunerê ya Hadra Hemamiyê de, ji bo qeydan serdema nû dest pê kir. Dê qeyd heta dawiya mijdarê bidomin.

Mala Çand û Hunerê ya Hadra Hemamiyê ya ku di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Akdenîzê xebatên xwe dimeşîne, ji bo serdema nû dest bi qeydan kir. Navenda ku li Taxa Kîremîthaneyê ye ji bo ciwan û xwendekarên rewşa wan î aborî nebaş e, bêyî bedêl dê qursên wek peykertiraşî, muzîk, wêne, şan û sînemayê bide. Her wiha navenda çandê ya ku sala çûyî Şaredariya Akdenîzê restorasyona wê kir, ji bo çalakiyên wek pêşangeh-konseran jî malovaniyê dike.

'Daxwaza zêde ye’

Koordînatorê navenda çandê Ferhat Nas, ji bo serdema qeydan a ku dê heta dawiya mijdarê bidome got, bi awayekî zêde serlêdan hene û diyar kir ku, ew nêzî 3 sala ye faaliyetên hunerî berpêş dikin û her sal ji bo qursan daxwaz zêde dibe. Nas dest nîşan kir ku, xwendekarên ku qeyda xwe çêdikin di demên pêş de di faaliyetên hunerî yên şaredariyê de bi awayekî mayîn de dixebitin û wiha got: “Xwendekar li gel me, bi awayekî amyînde tevlî çalakiyên hunerîd ibin. Em bi hev re nîqaşan dikin, da em ê ji bo çalakiyên hunerî yên şaredariyê pêşnûmayên nû biafirînin.”

'Em dersên akademîk didin’

Nas diyar kir ku, ew gelek perwerdehiyên akademîk jî didin û wiha domand: “Çar mamosteyên me dersên akadmeîk didin. Mînak, di atolyeya sînemayê de mamosteyên me yê dersên akademîk dide heye. Ev maosteyê me, di warê faaliyetên sînemayê de, çawabûna sînemayê, kişandina sînemayê û senaryo çawa tê nivîsanadin û teknîka wê çawa ye dersên akademîk dide xwendekaran.”

Nas herî dawî dest nîşan kir ku, ew li benda xwendekar û hemû ciwanên ku rewşa wan î aborî nebaş e û dixwazin perwerdehiya faaliyetên hunerî bibînin ne û got, heta dawiya mijdarê ew dikarin qeyda xwe çêbikin û ji bo pêwendiyê bila serî li wan bidin.

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR